Hêzên dewletê şewitandina Şirnexê berdewam dikin
17:17
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnex a ku mal û kargeh ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin dû li ser asîmanên bajar bilind dibe.
Li Şirnexê ku dorpêç û êrîşên qirkirinê di roja 86'emîn de ye piştî daxuyaniya "operasyon bi dawî bûn" bi rojan e li gelek taxên bajar mal û kargeh tên şewitandin. Li taxa Bahçelîevler a ku 20 roj in mal tên şewitandin hin mal jî bi teqemeniyan ve tên xirakirin. Li taxa ku bi sedan mal û kargeh hatin xerakirin û şewitandin dem bi dem jî bi tank û obusan ve bombebaran tê kirin. Li taxa Yenîmahalleyê jî mal tên xirakirin û şewitandin. Ji serê sibehê heta niha gelek mal bi teqemeniyan ve hatin qirakirin, hin mal jî hatin şewitandin.
Li taxên Cumhuriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Aydinlikevlerê bi dehan mal û kargeh tên şewitandin. Li taxên Vakifkent, Tekser, Gundogdu, Omerkoy û Ataturkê jî di bin navê "lêgerîna zirav" de mal û kargeh tên gulebarankirin.
Li bajarê ku bi rojan e ji aliyê hêzên dewletê ve tê xirakirin û şewitandin dîmenên dagirkirinê heye. Li bajar bêhna şewatê heye û dû li ser asîmanên welat bilind dibe.
(zt)