Rakirina destnedanê hat erêkirin
22:48
JINHA
ENQERE - "Pêşnûmeya derbeyê" ya ku HDP'ê hedef digire û "destnedana parlamenteran" radike, piştî guhertina makeqanûnî ji hêla Serokomar Erdogan ve hat qebûlkirin.
"Pêşnûmeya derbeyê" ya ku li ser daxwaza Serokomar Erdogan hat rojevê û ji bo destnedana wekîlên HDP'ê bê rakirin ji hêla AKP'ê û partiyên wekî CHP û MHP'ê ve ji meclisê hat derbas kirin, ji hêla Erdogan ve hat qebûlkirin.
Der barê 138 wekîlan de bi giştî 667 dosya hatine amadekirin, ji van 405 jê yên wekîlên HDP'ê ne.
Guhertin ji hêla Erdogan ve hat erêkirin, dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û guhertin bikeve meryetê.
Bi dawîbûna pêvajoyê re wekîlên der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin, dê dozger destnedana hin wekîlan rake û fezlekeyan amede bike û bişîne serokwezîrtiyê. Piştî ev fezleke ji hêla Serokwezîrtî û Wezîrê Edaletê ve hat nirxandin, dê bijîne TBMM'ê.
(zt)