'Peykera jina azad sembola berxwedanê ye'
09:02
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ- Hevşaredara Amûdê Dîcle Silêman têkîldarê peykera Jina Azad ya ku li çerxerêya dest pê ka Amûdê hatiye dayîn de nirxandin kir û got peyker nîşaneya berxwedan û kede jina kurde.
Hevşaredara Amûdê a Kantona Cizîrê Dîcle Silêman armanca danîna peykera Jina Azad yê li bajarê Amûdê nirxand û wiha got, "Li Kantona Cizîrê yekemîn cihê ku ji bin dagirkeriya rejîma Baas'ê rizgar bû, bajarê piçûk û şêrîn yê Amûdê bû. Gel di sala 2011'an bi têkoşîna xwe gelek qadên ku rejîm dest danîbû ser girtin. Paşê peykerê Hafiz Esad jî hate rakirin."
Dîcle biryara çêkirina peykerê jina azad wiha vegot, "Di şaredariya gel a bajêr de beşek taybet ji bo jinan heye. Hem di derbarê xebatên şaredariyê hem jî yên bajêr de em wek jin nêrîn didin. Em jî wek jinên di şaredariya gel de me biryar da ku li şûna peykera Hafiz Esad peykereka jina azad dayînin. Di sala 2015'an de peyker amede dibû." Dicleyê wiha qala pêvajoya amedekirina peykerê kir, "Li gor biryara me, pêşbirkek çêbû. Peykersazan pêşniyarên xwe anîn. Em çûn dengdanê û gel piranî peykera Îsmaîl Ebdo hilbijart. Ev heman peykera Jina Azad e. Ev Pekera herî mezin li Kantona Cizîrê ye jî."
Dîcleyê wiha dirêjî da gotina xwe, "Endamê Şaredariyê ya beşa Hunerê Ismaîl Ebdo ev peyker di sê mehan de amede kir û di roja 8'ê Adarê de vekirina wê pêk hat. Peyker pêşkêşî hemû jinan hate kirin. Peyker cilê Kurdî lê ye û çanda jina Kurd nîşan dide. Her wiha li paş wê 12 tîrejên rojê hene ku şehîdên Qetlîama Qamişlo ya 12'ê Adara sala 2004'an bi bîr tîne. Di destê wê yê rastê de meşeleyek heye ku roniyê temsîl dike. Di destê çepê de jî pirtûkek heye ku di nav pelên wê de sê simbilên genim hene. Ev jî tê wateya aboriya kantona Cizîrê. Pirtûk jî zanebûna û dîrokîbûnê îfade dike."
Dicleyê dest nîşan kir ku peyker ked û berxwedana jin îfade dike û wiha pêde çû, "Li Rojava ev berxwedanî gihîşte lûtkeyê. Pêwîste em tucar nedin ji bîr kirin û her zindî bihêlin. Jixwe peyker li bajarê Amûdê jî pir hatiye. Xweşikiya bajar zêdetir kiriye. Em destxweşiya hemû hevalên ku keda wan di çêkirina peykerê de derbas bûye jî dikim."
(lç/rc)