'Jiyankirina li Gaziyê di heman demê de parastina cewheriye’

09:03

JINHA

STENBOL - Kesên ku li taxa Gazî dijîn bi nasnameya xwe ya muxalîf û berxwedêr tên nasîn, tevî komkujiyên tên jiyîn û zetan taxa xwe terk nakin. Heta yên tên taxê naxwazin careke din biçin. Done Gevher ku ev 9 sale li Gaziyê mamostetiyê dike got ew wek rêbaza parastina cewherî, tercîh dike ku li vir bimîne.

Welatiyên ji ber zext, komkujî û şewitandina gundan xaka xwe terk kirin û li bajarên metropol bi cih bûn li van deran di xaniyên ligel hev de dijîn û paratina xwe ya cewherî digirin. Yên koçî bjarên Enqere, Stenbol, Îzmîr û bajarên cuda yên Tirkiyeyê dikin, li taxên bi vî rengî dijîn û sedema vê jî eve ku li dijî zextan bibin yek. Taxa Gazî ya Stenbolê jî hemû cûdahiyan di hundirê xwe de diparêze û welatiyên li vir hîmê jiyaneke azad û wekhev avêtine û li dijî êrîşan parastina xwe ya cewherî ava dikin. Di 12’ê Adara 1995’an de 12 kes li taxê hatin qetilkirin û herî dawî jî Pinar Gemsîz ya li mala xwe bû bi guleya polîsan hate qetilkirin.

‘Çareserî ne ji dewletê ji herêmî tê lêgerînkirin’

Mamoste Done Gevher jî diyar dike ku divê li dijî van polîtîkayan li taxa Gazî bimînin û Gone ya ku 20 sal berê tayînê dibistaneke Gaziyê hat kirin ev 9 sale li vir dixebite. Doneyê got gelê Kurd ku di encama koçberiya bi zorê de hatine, li vir bicîh bûne û tax gelek demoratîk bûye. Done wiha berdewam kir: “Ligel vê zext jî zêde bûn. Kesên xwe li vir cuda dibînin xwe bi awayekî xurt rêxistin dikin. Gelek çand û bawerî li vê taxê dijîn. Pirsgirêkên civakê bi hev re tên çareserkirin. Çareserî ne ji dewletê ji herêmê tê lêgerînkirin.”

‘Pêkanînên li Kurdistanê li vir jî hene’

Doneyê bi lêv kir ku dewlet ji ber vê sedemê ji Gaziyê ditirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li taxê her tim berxwedanheye. Hemû pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê li vir jî hene. Gel bi êrîşên dewletê re rû bi rû ne. Pêkanînên li Kurdistanê li vir jî dikin dewrê. Sirûd tên guhdarkirin, nivîsên dîwaran tên paqijkirin. Pinar li mala xwe hat qetilkirin. Bikaranîna hêzeke bê sînor heye.”

‘Li dijî êrîşan parastina cewherî tê avakirin’

Doneyê di berdewamiyê de da zanîn ku dewlet ji bo ku berxwedanê bişikîne polîtîkayên çewisandinê xistiye dewrê û her tim operasyonan dike û got: “Ev rêbaz bi berxwedanê vala tên derxistin. Êrîşên polîsan jî ji ber vê yekê zêde dibin û li ser esnafan jî zext tên kirin. Ev hemû ji bo çavtirsandinê tên kirin. Li taxê li her cureyê êrîşê parastineke cewherî heye.”

‘Tevî her tiştî hesta baweriyê…’

Doneyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Gaziyê her kes bi nasnameya xwe dijî. Gel tevî her tiştî xwe di ewlehiyê de dibîne. Li cihê ku ez dixebitim, dixwazin ez bibim kesek din. An jî mirov dibin hedef. Li taxa xwe ez xwe xurt hîs dikim. Ez dixwazim vegerim taxê û li wir bixebitim. Ez wek rêbazeke parastina cewherî dixwazim li vir bimînim.”

(hu)