'Tayyîp mudaxaleyê bedena jinên Tirk yê Qibrisê jî dike’

09:08

JINHA

STENBOL-Aktîvîsta FEMA Fezel Nîzam îfadeyên zayendperest yên serokkomar Tayyîp Erdogan yên li hemberî jinan nirxand û got mudaxaleyê bedena jinên li Qibrisê jî dike û wiha got: “kêmbûna nifûsa Tirkên Qibrisê hincet nîşan dide û me bi gotinên wekê ‘3 heb têr nakin, zêdetir zarok’ maruz dihêle.”

Li dijî gotinên dijminê jinê yên serokkomar Tayyîp Erdogan ku li ser kontrola welîdînê pêşniyaran dike û di axaftina xwe de dibêje ew bi wekheviya jin û mêr bawer nake, bertek zêde dibin. Bertekek jî ji Komara Tirk ya Bakurê Qibrisê hat. Aktîvîsta Atolyeya Femînîst (FEMA) ku yek ji qadên têkoşîna jinên Qibrisê ye, Fezel Nîzam hem bertek nîşanê gotinên Tayyîp da û hem jî bandora van gotinan yên lis er jinên Qibrisê nirxand.
Fezel Nîzam diyar kir ku ev gotinên serokkomarê Komara tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, bedena jinê wek ‘makîneya zarokan’ nîşan dide.

‘Nêzîkariyên wekê jinê biçûk dixîne…’

Fezelê da zanîn ku ev nêzîkatiyên îdeolojîk ku tên îdia kirin, bedena jinê dike wek amûra ‘şerên nifûsê’ ya navbera ‘netewên neyar’ û got: “Ji bo welat ji êrîşên dijmin biparêzin hewcdarî bi leşkeran, ji bo polîtîkayên neo-lîberal bikin jiyanê hewcedarî bi karkerên k udi piyasaya keda erzan de dixebitin, dibînin. Ji ber vê yekê jî dewlet nêzîkatiyên wekê qedexekirina kurtajê, teşwîqkirina welîdîna zarokan pêş dixîne. Nêzîkatiyên mijara gotinê ne hem zayenda jinê di bin kontrolê de digire û hem jî mafên welîdînê tine dihesibîne.”

‘Mudaxalekirina bedena jinan jî dihundirîne’

Fezelê diyar kir ku rêveberiyên netewperest, muhafazakar û mîlîtarîst, bedena jinê dikin meta û wiha berdewam kir: “Gotinên Erdogan mudaxaleyê bedena jinên Tirk yên Qibrisê jî dike. Kêmbûna nifûsa li ser giravê ya Tirkên Qibrisê dike hincet û dibêje 3 zarok têr nake zêdetir zarok. Em ne makîneya zarokane, em jinin. Em biryara li ser bedena xwe didin. Em nabin parçeyê plana Erdogan. Em bi xwişkên xwe yên femînîst yên Tirkiyeyê re din ava piştevaniyê de ne.”

(hu)