'Di meha remezanê de alîkariyê bidomînin'

09:08

JINHA

MÊRDÎN - Endamê Komîsyona Alîkariya bi Gelê Nisêbînê re Ahmet Akçîn bang li gelê Mêrdînê kir ku alîkariyên xwe di meha remezanê de jî qut nekin û piştgiriya xwe bidomînin.

Piştî êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê de bi hezaran welatiyên Nisêbînî ber bi navçeyên Mêrdînê ve koçber bibun. Piştî koçberbuna gelê Nisêbînê, bi pêşengtiya Komaleya Alîkarî û Piştgiriya Bi Rojava, Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê, Şaredariyên Qoser, Artuklu, Mehsert, Dêrik, Şemrex, Kerboran û alîkariya endamên KESK ya Şaxa Mêrdînê ve komîsyona alîkariyê hatibû avakirin. Bi avakirina vê komîsyonê alîkariyên zexîre û amûrên malê gihaştibû bi hezaran malbatan. Endamê Komîsyona Alîkariya bi Gelê Nisêbînê re Ahmet Akçîn bang li gelê Mêrdînê kir ku di meha Remezanê ya pîroz de jî alîkariyên bi gelê Nisêbînê neyê qutkirin û berdewam bike.

'Malbatên çûn Tirkiyeyê vedigerin Kurdistanê'

Ahmet destnîşan kir ku ew heta niha li Qoserê gihane 2700 malbatî û wiha got: "Gelek malbatên ku em negîhane wan jî hene. Di dema destpêka êrîşên bi ser Nisêbînê ve gelek malbatên Nisêbînî ber bi Tirkiyeyê ve koçber bibun. Lê niha ew malbat jî hêdî hêdî vedigerin Kurdistanê û her roj herî kêm 5 malbat serî li alîkariya ku em didin dide."

'Em li hêviya alîkariyên gel in'

Ahmet aşkere kir ku beriya meha remezanê komîsyona alîkariyê xurt kirine. Ahmet anî ziman ku ew dê çi ji bo gelê ji Nisêbîn, Hezex, Cizîr, Silopiya, Sûr, Gewer û Şirnexê bikin jî ew ê kêm bimîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em bang li gelê Qoser û hemû gelê me yê li metropolan dijîn dikin ku alîkariyên xwe di meha remezanê de hîn xurttir bikin. Mehên pîroz ji bo piştevaniyê ne. Tenê ne di warê aboriyê de, gelê me dikare were bankeyên zexîreyan û li vir ji barkirina koliyên alîkariyê heta belavkirinê alîkar bibe. Em li hêviya hatina gel in."

(kom/zt)