Ji bo avakirina Geverê Seher û keça xwe Ceren ji Hatayê hatine
09:09
JINHA
COLEMÊRG - Li Navçeya Gever a Colemêrgê xebatên ji nû avakirinê bê navber didomin. Seher û keça xwe Ceren ên ji Hatayê hatîn bi dildari tevlî xebatan bûyi bang li hemû kesekî kir ku bên Geverê û bi dildarî xebatan rêve bibin.
Li Navça Gever a Colemêrgê pişti ku qedexeya derketina kolanan rabû gelê ku bi zorî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin koçber kirin carekdin vedigerin. Welatiyên Geverê avahiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin û hilweşandin bi derfetên xwe ji nû ve ava dikin. Şaredariya Geverê xebatên ji nû avakirinê dane destpêkirin. Seher Cevheroglu û keça xwe Ceren Cevheroglu ji Hatayê bi dildarî tevlî xebatên ji nû ve avakirinê bûne diyar kirin ku, kesên dibêje ez xwedî wijdanim dê tevlî xebatan bibin.
'Divê herkes piştgiriyê bide gelê Geverê'
Seher Cevheroglu, got ku dewletê li Geverê ne li hemberî mirovan li hemberî avahiyan şer kiriye û wiha axivi; "Ez bi keça xwe re hatim li vir bi dildarî em xebatan rêve dibin. Dewletê li vir bi tena sere xwe komkujiyek pêk anî ye. Her avahiyî hilweşandine min ji ji xwe re got ku ev tişt nayê qebûl kirin ger ez xwedî wijdan bim divê ez herim Geverê bi alikariyê jî be ez karim birinên Gelê Geverê bipêçim. Gava mirov van dîmenan dibine tehemuliya mirov tiştekî namine ez bi keça xwe re bil ez hatim ji ber ku çiqas zû be ewqas başe. ez bi hatina li vir pir keyfxweşim. Gel li ber avahiyên xwe kone vekirine lê ceyran tune ye her wiha av tune ye ev pêdiviyên mirovahine lê niha tiştek wisa tu ne ye. Bi taybeti li vir kemasiyên herî mezin pêdiviyên jin tune ye divê cil û xwarin bên şandin."
Seher bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku bên Geverê û bi dildarî tevlî xebatan bibin û wiha berdewam kir; "Pêdivi bi kesên dildar heye divê herkes ji bo Geverê xwe berpirsyar bibine ji berk u her kesek dengeke herkesek jiyane ke ji bo Geverê ez bang li hemû kesî dikim ku bên Geverê bi dildarî tevlî xebatan bibin. Divê gel hemû ji bo Geverê bibin yek "
Ceren Cevheroglu ya ku bi dayika xwe re bi dildarî tevlî xebatan bû jî got ku divê gel bihereke Geverê û wiha got: "Divê herkes biherike Geverê û ji bo Geverê bibin piştgiri ji bo ku niha pir kêmasî hene hejmara me pir kême ez bi dildasrî hatim li vir ji ber ku niha mirov bin koneyan jiyana didin jiyan kirin her çiqas zehmet jî be dijîn li ser axa xwe koçber nabin terik nakin divê herkes bi vê zanebûnê ve bê Geverê tevlî xebatan bibe û ji bo Geverê bibin deng ji berk u niha pêdiviya gelê Geverê bi hesasiyeta mirovan heye ez bang li hemû kesan dikim ku bên Geverê û dest bidin gelê Geverê."
(kom/zt)