Encamê operasyonê de 4 gundên din hatin rizgar kirin
09:10
JINHA
KOBANÊ – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 4 gundên din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê di roja xwe ya 8. de didome. Baskê operasyonê yê li aliyê Bendava Tişrînê şevê din gundê Toqa El-Xelîl, Hecer El-Ebiyed, Sendeliya Kebîra û Hemam El-Kebîr ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di pevçûnên ku li van gundan derketin de, 33 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 8 bombeyên destan, 6 rextên xwekujiyê û hezar guleyên kelaşnîkofê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin destserkirin.
Operesyon berdewam dike.
(rc)