'Li Tirkiyê herî kêm rojê 10 zarok rastî îstîsmara zayendî tên'
09:25
JINHA
WAN- Li Wanê derûnnas Cem Taylan Erdem li hemberî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê nerazîbûn nîşan da û wiha got, "Bila dewlet sazî û dezgehên xwe bi rêxistin bike û wiha pêşî li bûyerên îstîsmara zayendî ên zarokan bigre."
Li hemberî rapora ku Komîsyona Lêkolînê ya Bûyerên Hevberdanê û Bûyerên Bandora Neyînî li Yekîtiya Malbatê Dike" ya li meclîsê hate ava kirin amade kir nerazîbûn didome. Derûnnas Cem Taylan Erdem bertek nîşanî raporê da û li ser derûniya zarokên ku rastî îstîsmara zayendî tên rawestiya. Cem got, "Tirkiye li ser îstîsmara zayendiya zarokan de rêza 3. de ye. Li Tirkiyê herî kêm rojê 10 zarok rastî îstîsmara zayendî tên."
'Zarok piranî ji aliyê nasên xwe rastî îstîsmara zayendî tên'
Cem diyar kir ku îstîsmarên zayendî bin navê olê de tên rewa kirin û wiha pêde çû, "Ji ber ku dema ku zilam tecawiz dikin ji dewletê ne ceza dê xelatê bigirin. Mirovek bi tecawizkar re zewicandin fikrekî rêşaş e. Rapor dê tacîz, tecawiz û lîncê zêde bike." Zarok piranî ji aliyê nasên û cînarên xwe ve rastî îstîsmara zayendî tên. Dê çawa bi gel wan bê zewicandin. Dê ew pirsgirêk çawa çareser bibe. Bi wî çaxêde tiştên wisa nayê qebûl kirin."
'Dewlet bila komaleyên xwe hêz bikin'
Cem berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku: "Malbat bila li hemberî wan gotinan bertekên xwe zêde bikin. Xwedî zarokên xwe derbikevin. Zarok pêşeroja civakê ye. Ev tişt ne ji bo mirovahiyê ne jî ji bo mafê zarokan nayê qebûl kirin. Îstîsmar derûniya zarokan xerap dike û pêşeroja wan jî tarî dibe. Dewlet bila komaleyên xwe bi hêz bikin."
(hk-ga/rc)