'Ev der sero bin jî be em dê Kurdistanê terk nekin'

09:44

JINHA

COLEMÊRG - Di êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker de, bi hezaran avahî li Geverê hatin hilweşandin. Malbata Tugay a ku vegeriyan Geverê û li hewşa mala ku ji hêla hêzên dewletê ve hatiye şewitandin de kon vedan, ji hêlekî ve mala xwe temîr dikin û ji hêlekî ve jî bi 14 kesî re di kon de têkoşîna jiyanê didin.

Piştî êrîşên 79 rojan li navçeya Geverê ya Colemêrgê berdewam kirin, navçe ji hêla hêzên dewletê ve hat talankirin. Bi hezaran malbatên vegeriyan Geverê, hewl didin ji nûve jiyana xwe sererast bikin. Malbatên ku di hewşa mala xwe de kon veda ne, ji nû ve malên xwe temîr bikin. Malbta Turgay a ku li hewşa malê kon vedan, bi 14 kesan re têkoşîna jiyanê didin. Malbat roja xwe bi tevahî bi temîra malê derbas dikin.

‘Em dê tu alîkariya dewletê qebûl nekin’

Welatiyê bi navê Feyzullah Turgay da zanîn ku wan ji bo xwe kon eva kiriye ew dê tu alîkariyê ji dewletê nexwazin û aşkera kir ku ew li derve jî bimînin, ew dê tu carî xwe hewcehî dewletê nekin û alîkariya wan jî qebûl nekin. Feyzullah da zanîn di konê ku vegirtine de hem ew û hem jî malbata birayê wî bi hev re dimînin û wiha pêde çû: "Em bi zarokên xwe re di vir de dijîn. Tu tiştekî me nema, mala me bi tevahî şewitandine. Heta berf bibare em dê li vir bin, li derve razên, heta ku me avahiya xwe temîr kir."

‘Em ê mala xwe temîr bikin’

Feyzullah di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku ew 14 kes bi hev re di kon de dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min du zarokên wî, yê min jî 8 zarokên min hene. Me du dar dan ser hev û ji bo xwe kon vegirt. Em dê mala xwe jî bi vî şeklî çêkin." Feyzullah got ku wan bi derfetên xwe ev kon vegirtiye û diyar kir ku divê wekî gel her kes piştgiriyê bide hev û jiyanê sererast bike.

Ev der kurdistan e...

Aynur Turgay piştrast kir ku "Heke me axa xwe biterikanda, emê di konan de nejiya na" û ev tişt anî ziman: "Em du malbat bi hev re dijîn. Bi salan e li ser kurdan heman zilim tê meşandin, Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ev der axa Kurdistanê ye. Ev der sero bin jî be em dê axa Kurdistanê terk nekin."

(zt)