Navê berxwedêrên Şirnexê li zarokên di konan de tên kirin
09:50
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Îşlek a ji ber êrîşên dewletê neçar man koçber bin û berî 40 rojan di kon de zarokeke wan hat dinê. Malbatê navê Tekoşeran li zaroka xwe kir, her roja ku derbas dibe Tekoşer di bin dengên bombeyan de mezin dibe.
Bi êrîşên hêzên dewleta tirk a dagirker re, hemû welatiyên Şirnexê di demeke bêwext de ji malên xwe derketin û neçarî koçberiyê hatin kirin. Bajarê ku bi êrîşan tê hilweşandin, ji hêla zarokên bi navê Zîlan, Zeynep û Berxwedan ve tê temaşekirin. Ev zarokên ku ji hêlekî ve lîstikan dileyzin, ji hêlekî ve jî dixwazin şerê li dora wan diqewime fêm bikin.
Ev zarok jî wekî malbatên di temenekî piçûk de ev têkoşîn tê çi wateyê dixwazin fêm bikin. Ji malbatên ku naxwazin ji çand û nasnameya xwe veqetin yek jî malabta Îşlek e. Zaroka 3'emîn a Fatma û Ebûbekîr Îşlek ji dûrî mala wan di konê hatiye vekirin de hatiye dinê. Malbata ku di binê şertên giran de têkoşîna jiyanê didin, navê zaroka xwe ya nû jî Tekoşer lê kirine û ev nav jî wekî nîşaneya girêdana têkoşînê dide nîşan. Tekoşer hêj 40 rojî ye û di binê teqîna dengê bombeyan de hewl dide xwe li jiyanê bigire.
(zt)