‘Emê êrîşan vala derxin û bajarên xwe ava bikin'
10:32
Zeynep Akin/JINHA
ÊLIH - Gelek welatî ji ber qirkirinên êrîşên hêzên dewletê ji neçarî ji bajare xwe koçkirin, jinên Êlihê ji ber vê banga piştgiriye kirin. Jinan diyar kir ku bila demildest 'qedexeya derketina kolanan' bi dawî bibe û wiha gotin: "Emê êrîşan vala derxin û dîsa dest bidin hev, bajarên xwe ava bikin."
Li Şirnex, Nisêbîn, Gever, Sûr, Silopî û Cizîrê ji ber êrîşên hêzên dewletê malên welatiyan hatin xirakirin û şewitandin. Hemû mirov ji ser axa xwe bûn koçber û bîranînên wa hatin tine kirin. Hîn jî li Nisêbîn û Şirnexê 'qedexeya derketina kolanan' berdewam dike. Li bajarên ku qedexe fermî hat rakirin gelek welatî vegeriyan malên xwe. Jinên Êlihê gotin ji bo piştgiriya welatiyên malên wan hatina xirakirin, hemû kes alîkariyê bide.
'Bila gelê Êlihê rabe ser piyan'
Jina bi navê Nizbet Tekin diyar kir ku divê hemû kes li hember van êrîşên hêzên dewletê dest bidin hev û wiha berdewam kir: "Ez bangî gelê Kurd dikim; rabin ser piyan, bila tu kes li malê rûnene. Em bibin yek û ji bo van bajarên ku hatin xirakirin pirştgirî bidin hev. Tiştên tên sere wan wê sibê bê serê me jî. Bila gelê Êlihê nebêje 'em başbûn bi ser me de nehat.’ Em ê her tim ne di nava gul û gulîstanan de bin.”
Nizbet da zanî ku li hember komkujiyê bedengî tiştêk pir xirabe û wiha dom kir: "Îro roja wek hevgirtinê ye. Dewlet dixwaze me bi komkujiyê tune bike. Dixwazin bi van komkujî û êrîşan gelê Kurd tune bikin. Divê em vê plana wan ya tunekirinê vala derxin û têbikoşin. Îro divê em ji bo Qileban, Nisêbîn û Şirnex rabin ser piyan. Bajarên me tên xirakirin û Rêberê me dibin tecrîtê de yê. Eger îro Rêberê me ne bê em jî tunene. Pêşî têkiliya bi Rêberê me re hat qutkirin û pişt re Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Gever xira kirin. Lê bila dewlet zanibê nikarin me bi birçîbûn û mirinê bitirsînin. Tu car nikarin me ji Rêberê me dur bexin”
'Divê demildest êrîşên li Kurdistanê bi dawîbe’
Maşallah Kaya jî balkişand ser komkujiya duyemîn ya Qilabanê û got: " Welatiyên sivîl tên qetilkirin lê ji bo van komkujiyan tu kes nehat girtin. Bila demildest êrîşên li ser Kurdistanê bi dawî bibin. Di komkujiya duyemîn de ti encam nehatin girtin. Divê li Kurdistanê êrîş dawî bibin. Em êdî naxwazin ji herdu aliya agahiyên mirine bibîhîzin. Dilê me dayikan dişewite. Em zarokên xwe bi çi kedê mezin dikin. Ma zarokan mezin dikin ku werin qetilkirin. Zarokên me yê çil rojî 'terorîst' îlan dikin. Ligel hemû zilma ku li ser me te kirin em dîsa bibejin aşitî aşitî."
'Dest bidin Nisêbîn, Sûr, Gever û Cizîrê'
Maşallah da zanîn ku divê em alîkarî maddî manewî bidin welatiyên malên wan hatin xirakirin û wiha berdewam kir: “Dest bidin Nisêbîn, Sûr, Gever û Cizîrê. Bila ji Komelêya Rojava alîkarî zêdetir bibe. Dibê em bibin bersiva pêdiviyên mirovan. Malên wa hatin xirakirin zarok û dayik hatin qetilkirin. Dema ew birçî bin em ê çawa li malên xwe wek tiştek ne bûyî rûnin û rehet xwarin bixwin."
'Dem dema avakirina bajaran xwe ne’
Saniye Aratemur jî ji bo piştiriya gelê Kurd wiha banga pişgiriyê kir: "Bajar û malên welatiyan hatin xirakirin. Em ê bibin yek û bajarên xwe ava bikin. Divê em piştgiriya maddî û manewî bidin gel. Mînaka vê jî pevajoya Kobanê û dema erdheja Wanê bû. Niha jî em ê ji bo Cizîr, Sûr Nisêbîn û Şirnexê bibin yek. Em di pevajoyêk giran dê derbas dibin. Lê em ê van êrîşan vala derxin û bajarên xwe ji nû de ava bikin."
(dt/hu)