Peywirdarê perwerdê ku êrîşa zayendî pêk anî piştî 3 miha het avêtin
11:41
JINHA
AMED - Peywirdarê perwerdê Sedat Karakaş ê ku li zanîngiha DU li hember jina êrîşa zayendî pêk anî ji aliyê rêveberiya DU vê ji zanîngihê hat avêtin. Xwendekarên jin yê zanîngihê gotin: "Zanîngih gelek dereng ma" û ji biryara ku piştî 3 miha hatî dayîn bertek nişandan.
Di derbarê peywirdarê perwerdê yê beşa Alaman a Zanîngiha Dîcle Sedat Karakaş ji bo êrîşa zayendî li xwendekarên jin kiri bû lêpirsîn lê hati bû vekirin. Jinên xwendekar piştî vê bûyerê li textê dibistanê navê Sedat 'tacîzkar ji dibistana me here' nivîsîn û teşîr kirin. Lê rêveberiya zanîngihê Sedat Karakaş ji peywirê durnexistiye. Piştî ku xwendekaran di miha nîsenê de giliyê Sedat kirin, desteya dîsiplînê li hev civiyan. Heya 3 miha di derbarê Sedat de tu heseb nehat pirsîn û Sedat piştî van bûyeran êrîşên xwe zêdetir kir û xwendekar tehdit kir. Herî dawî rêveberiya zanîngihê biryara avetina Sedat dan û dosya rê kirin YOK ê.
Sedat piştî vê biryarê ne ma çû Zanîngiha Dîcle yê. Jinan diyar kirin ku ev 3 mihan ji bo vê biriyarê têdikoşin û gotin ku rêveberiya zanîngihê ji bo vê biryarê dereng ma.
Ji aliyê din ve xwendekarên ku bi riya parêzerên xwe lêpirsîna adlî dayîn despê kirin, hîn doz nehatiye despêkirin.
(dt/zt)