'Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinê şoreş tê kirin'
12:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Avesta: Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinê şoreşek pêk tê. Ev şoreş şoreşa azadiyê, şoreşa mirovahiyê, şoreşa jiyana bi nirxên xwe û şoreşa hebûnê ye.
Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta bû mêvanê bernameya 'Çira Welat' a Çira TV û mijarên qetilkirina jinan, qirkirin û rêxistinbûyîna jinên Êzidî nirxand. Sozdar bal kişand ser biryara Parlamenta Elmanyayê ya naskirina Qirkirina Ermeniyan û diyar kir, helwesta û refleksa dewleta Tirk a li hemberî vê biryarê, nîşaneya dewamkirina komkujî û qirkirinê ye. Sozdar got, "Ji ber vê yekê nerazîbûneke mezin nîşan dide. Ev jî helwesteke faşîzan e, nêzîkatiyeke tekparêz e. Helwesteke qetlîamker e."
'Xistina jinê bêrumetkirina civakê ye'
Sozdar diyar kir, rûpelên dîrokê bi êşên gelekî giran hatine nivîsandin û got, "Bi hezaran jinên Ermenî, mîna keç û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin, ji mirovên ji baweriyên cuda re hatin firotin, qetilkirin û qirkirin. Heta niha aqûbeta bi hezaran ji wan nayê zanîn." Sozdar da xuyakirin, ku heman komkujî û qirkirina li Ermenî û Êzidiyan hat kirin, niha li gelê li Bakurê Kurdistanê tê kirin û anî ziman, di navenda van komkujî û qirkirinan de kuştina jinan heye û got, "Ji ber ku têkbirina jinan, bêrûmetkirina civakê ye. Lewma divê hesabê Qirkirina Ermeniyan ji dewleta Tirk were pirsîn."
Sozdar Avesta da zanîn, heman komkujî û qirkirin îro li Şirnex, Nisêbîn, Geverê tê kirin, li Cizîr, Sûr û Silopiyê hatiye kirin û got, "Eger dewleta Elman dixwaze hesabê jenosîdan bipirse, wê demê bila li dijî jenosîdên li Kurdistanê tê kirin tedbîran bigire, têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re bibire, ku em jî fêm bikin û bêjin Parlamenta Elmanya di biryara xwe de ji dil e."
'Dixwazin jinê ji kokên wê biqetînin'
Sozdar bal kişand ser girêdana jinê bi axê re û got, "Tekiliya jinê bi ax, bi welatê xwe re gelekî girîng e. Ax mîna dayikê ye. Welatparêziya jinê, yekbûyîna wê ya bi axê re ye. Ji ber vê yekê qutkirina jinê ji xaka wê, tê wateya qutkirina wê ji koka wê." Sozdar da xuyakirin, ku bi vî rengî qirkirina herî giran tê kirin û got, "Heta mirinê vê qirkirinê ji bîr nake. Kêlî bi kêlî wê dijî. Pêwîstî bi lêkolînkirin, nirxandin û şîrovekirina dîroka jinê heye. Weke tevgear jinê em vê dikin. Bi nêrîn û perspektîfên Rêber Apo, em dîroka mirovahiyê ji nû ve dinirxînin."
'YJŞ bersiva fermana 73'an e'
Sozdar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana li Şengalê û destnîşan kir, ku jinan bi mayîna li ser xaka xwe ya pîroz re pêşengî ji vê berxwedanê re kirine. Sozdar rêxistinbûyîna YJŞ'ê jî nirxand û got, "Piştî ku hêzên YPJ, YPG, HPG û YJA Starê yekser li dû fermanê dest li herêmê werdan, di nava gelê Şengalê de hesta baweriya ji xwe û têgihiştina xweparastinê derket holê. Nêzîkatiya 'ji çi ye, rastiya jinê çi ye, divê nêzîkatiyek bi çi rengî li jinê were kirin' ket rojevê. Destwerdana van hêzan ne tenê pêşî li DAIŞ'ê girt, di heman demê de şêweyê xweparastinê nîşanî mirovan da. Nîşan da ku jin dikare xwe çawa biparêze. Jina bêrêxistin û bêparastin, ji însafa mêr re hatibû hiştin. Li ber tinebûnê bû. Mehkûmî vê hatibû kirin. Êdî hişmendiya xweparastinê ya jinê derketiye holê. YJŞ'ê jî xwe bi vê têgihiştinê, bi hişmendiya demokrasiyê û perspektîfên Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. YJŞ bersiva fermana 73'an e. Tolhildana fermanê ye. YJŞ'ê vînek derxist holê, hêz da jinê. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinê şoreşek pêk tê. Ev şoreş şoreşa azadiyê, şoreşa mirovahiyê, şoreşa jiyana bi nirxên xwe û şoreşa hebûnê ye. Pêşenga vê şoreşê jî jin e. Felsefeya azadiya jinê û bîrdoziya rizgariya jinê ev yek nîşan da."
(zt)