‘Em ne bi kêmaqiliyê, bi hemû jintiya xwe ji Çîlem Dogan re azadiyê dixwazin’

12:27

JINHA

EDENE - Çîlem Dogan ku li hemberî Hasan Kabulut ku şîdet lê dikir, mafê parastina cewherî bikaranî û di wê navberê de ew kuşt, der barê wê de doz hat vekirin. Beriya runştina biryara dozê Platforma Jinan a Edeneyê , li ber Edliyeya Edeneyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ne bi kêmaqiliya xwe, bi hemû jintiya xwe ji Çîlem Dogan re azadiyê dixwazin. Em Çîlemê bi tenê nahêlin.”

Çîlem Dogan li hemberî hevjînê xwe Hasan Karabulut ku bi awayekî sîstematîk şîdet lê dikir, mafê xwe yê cewherî bikaranî û di wê navberê de di rewşa ku bikuje de ma. Têkildarî Çîlemê de doz hat vekirin û runiştina biryarê îro li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran wê bê dîtin. Beriya runiştinê Platforma Jinan a Edeneyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankara ‘Em ne bi kêmaqiliya xwe, bi jintiya xwe ji Çîlemê re azadiyê dixwazin’ vekirin û bê navber dirûşmeya ‘Em ne malbat, jinin’, ‘ne edeleta mêr em edaleta rast dixwazin’ hatin berzkirin. Ji bajarên derdorê jî rêxistin û saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platfomê Derya Çîçeknar axivî û got Çîlem Dogan ya ku mafê xwe yê parastina cewherî bikaranî tê darizandin û got îro saet di 10.00’an de li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê tê dîtin . Deryayê got: “Em bi ne kêmaqiliya xwe bi hemû jintiya xwe ji Çîlemê re azadiyê dxiwazin. Em ligel Çîlemê ne.”
Deryayê di berdewamiyê de got: “Di tîrmeha 2015’an de her kesî hêsa Çîlemê bihist. Me hêrsa, Nevîn, Yasemîn, Fatma û gelek jinên din ku parastina cewherî bikaranîn bihist. Êdî zêdetir jin li dijî zextên mêr û civakê têkoşînê didin. Zêdetir jin bi hêrsa xwe li dijî şîdeta mêr bexwe didin.”

‘Ma her tim wê mêr bikuje’

Deryayê got jin êdî li dijî şîdeta mêr her cureyê têkoşînê dimeşîne û got: “Cure cure rêbazên parastinê diceribînin. Ger êdî kêr bide hestî wê demê li dijî kesên ku wan dike bin kotrola xwe serî hildidin. Di van rojan de em van çîrokên xwedî ketina jinan a li xwe zêde dibihêzin. Hîna duh Havaya li Konyayê dijî, kesê bi navê Mehmet Ok ku ew bi rêya şantaj û tehdîdê li têkiliyê ferz kir, bi çekê kuşt. Semraya 60 salî ya li Orduyê, Recep Oz ji ber şîdetê bi kêrê kuşt. Semrayê di îfadeya xwe de gotibû ‘ma her tim wê jin bên kuştin, bila hinek jî mêr bikujin.”
Deryayê bi lêv kir ku ji ber pêşî li mêrên şîdetê dikin nayê girtin, jin ji bop arasta xwe serî li şîdetê didin.

‘Ya ku jin dikin parastina rewa ye’

Deryayê di berdewamiyê de got ger ku Çîlem Doganê xwe neparastiba wê hevjînê wê ew bikuşta û got: “ Em wê demê wê ji bo cezakirina mêr li salona dadgehê bûna. Lê niha em ji bo piştevaniya Çîlemê hatine vir. Ji bo em bêjin ev parastina rewaya, emê bikevin runiştinê. Wekê din alternatîfa Çîlemê tinebû. Ya ku Çîlemê kiriye, parastina rewaye. Dewleta serdest ya mêr polîtîkayên xwe yên ser jinê berdewam dikin.”

Ev jiyan ne ya we ye, ya me ye!

Deryayê da zanîn ku ew wek jin bi salane ji bo ku jiyanek din pêkan be têdikoşin û got ev jiyan ne we ya we ye, ya me ye.
Piştî daxuyaniyê jinan xwestin bikevin Edliyeyê û bi hineta ku dirûşme berzkirin hatin astengkirin. Jinan bi dirûşmeyan bertek nîşan dan. Li ser têkoşîna jinan, jin ketin edliyeyê.

(hu)