'Zarokên min qetilkirin niha jî dixwazin mala min bişewitînin'

13:10

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç di jêrzemînê de bi hovîtî qetil kirin, niha jî hewl didin xaniyê wan ê 3 qat xera bikin. Hêzên dewletê ji malbata Tunç xwest di nava hefteyekê de xaniyê xwe vala bikin. Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç, bertek nîşanî hêzên dewletê da û wiha got "Çi dikin bila bikin em ji mala xwe dernakevin."

Hêzên dewletê li navçeya Cizîrê bi hezarna xanî xera kirin. Hêj jî xaniyan xera dikin. Her çend dorpêç bi awayekî fermî bi dawî bûbe jî dagirkerî, zilm û zordariya li ser welatiyan didome. Hêzên dewletê ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç di jêrzemînê de qetil kirin, niha dixwaze xaniyê malbata wî ya li taxa Nûrê ya 3 qatî xera bike. Hêzên dewletê ji malbatê dixwaze ku di nava hefteyekê de xaniyê xwe vala bikin. Malbata Tunç bertek nîşanî hêzên dewletê dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin vê yekê.

Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç, bertek nîşanî helwesta dewletê da û diyar kir ku zarokên wan biçûk in û dê bi kuve biçin û wiha got: "Ji xwe zarokên me kuştin. hefteyek berê polîs hatin û xwestin em mala xwe vala bikin. Me xaniyê xwe restore kir û 10 hezar tl mesref kir. Hêzên dewletê ku zarokên min bi saxî şewitandin û qetil kirin, niha dixwazin xaniyê me xera bikin. Em ji ber kuştina zarokên xwe pir xemgîn in. Hêj birîna me qalik negirtiye. 2 kurê min qetil kirin. Niha dixwazin xaniyê min xera bikin. Xaniyê me bi serê me de xera bikin jî em ji mala xwe dernakevin. Hewce me em dê liser xaniyê xwe kon vedin."

Esmer, anî ziman ku xaniyê wan saxlem e û wiha got: "2 rojin em rojî digirin. Di meha rojiyê de dixwazin xaniyê me bi ser me de xera bikin. Di meha remezanê de tiştê wisa nayên kirin. Kijan misliman vê yekê qebûl dike. Bila xwedê heqê me li erdê nehêle."

(zt)