Şehîdê Çapemeniyê Hafiz Akdemir hat bîranîn

14:10

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemîr di salvegera qetilkirina wî de bi qurnefîlan bi bîr anîn. Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan diyar kir ku ew minetdarê şehîdên wek Hafiz in û wiha got: "Em ê jî heta dawî şopdarên wan bin û xebata wan a pîroz nedin windakirin. Dê her roj kesên wekî Hafiz zêde bibin."

Cemiyeta Rojnamegerên Azad di 24'emîn salvegera qetilkirina nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemîr de, bi qerenfîlan li kolana ku hatibû qetilkirin bi bîr anîn. Hafiz di 27 saliya xwe de, di nava navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê hîzbulkontrayê ve hat qetilkirin. Hafiz di 8'ê Hezîrana 1992'yan de ji bo biçe kar ji mala xwe ya li kolana Azîzoglu ya taxa Îskenderpaşa derket û li kolana Palu ya Îskenderpaşa hat qetilkirin.

Rojnamevanan wêneyê Hafiz bi qerenfîl re birin kolana ku lê hatibû qetilkirin û ji bo Hafiz û hemû şehîdên çapemeniyê rêz girtin. Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan axivî û diyar kir ku 24 sal berê xwestin di kesayetiya Hafiz de çapemeniya azad û dengê rastiyê bêdeng bikin, lê her ku çû çanda çapemeniya azad berdewam kir.

Hakki anî ziman ku di salên Hafiz hate qetilkirin de nûçeyên rast tenê li Kurdistanê dihatin çêkirin, lê niha bi berxwedana kesên wek Hafiz ev çanda rastiyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha pêde çû: "Ev berxwedan ji bo Tirkiye yê û cîhanê bû mînak. Em minetdarê şehîdên wek Hafiz in û em ê jî heya dawî şopdarê wan bin û xebata wan a pîroz nedin windakirin. Dê her roj kesên wekî Hafiz zêde bibin."

Piştî daxuyaniyê rojnamegeran wêneyê Hafiz danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin û wêneyên wî bi qurnefîlan hat pêçan.

Kujerên Hafiz 8 sal veşartî man û di 2000'an de kesên ku Hafiz qetilkirîn diyar bûn û di 2011'an de hatin berdan.

(zt)