Hemleya paqijkirina kolanên Til Temir dest pêkir
15:24
JINHA
TILTEMIR- Şaredariya Gel û Lijneya Jinên Aşûrî ya Dêrên bajar, dest bi hemleya paqijkirina kolanên Xabûrê kirin.
Şaredariya Gel bi pişgiriya Lijneya Jinên Aşûrî ya Dêrên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê, dest bi hemleya paqjikirina kolanan kirin. Di vê çarçoveyê de bi maşîneyên xebatê qirêjên li kolanê hatin paqij kirin. Têkîldarê hemleyê paqijiyê Endama Lijneya Jinên Aşûrî, Şemê Yûxena diyar kir ku ew tevî piştgiriya şaredariya gel re dest bi paqijiyê kirine û wiha got, "Me ji kolanên Xabûr dest bi vê hemleyê kir. Armanca me ew e ku rengê jiyanê li van deveran were xuyakirin. Xweşikbûn li vir şîn bibe."
(ja/hs/rc)