Hêzên dewletê ji sedî 80 Şirnex xirakirin
15:56
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê li gorî lîsteya amade kiriye, yek bi yek xaniyên welatiyan dide ber agir. Li gorî bîlançoyê ji sedî 80 xaniyên welatiyên Şirnexê hatin xerakirin.
Hezên dewletê 87 rojin dorpêç û êrîşa li ser Şirnexê berdewam dike. Her çend bêje "operasyon xelas bû" jî dîsa xerakirin, rûxandin û şewitandina malan berdewam dike. Hêzên dewletê lîsteyek amade kiriye û li gorî wê lîsteyê xaniyan xera dike û dişewitîne. Li gorî bîlançoyê heta niha ji sedî 80 xani hatin xerakirin. Li taxa Gazipaşa ji sedê sibê heta niha bi dehan mal hatin şewitandin. Li taxa Bahçelievlerê jî di 3 hefteyên dawî de her roj bi dor xanî bi teqemeniyan tênxerakirin. Ji setî 70'ê xaniyên taxan hatin xerakirin. Li taxa Yenî jî xanî tên xerakirin û rûxandin. Di saetên serê sibê de gelek xanî bi teqemeniyan hatin xerakirin. Hêzên dewletê piştî teqemeniyan dixin malan, xaniyan didin ber agir. Li taxên Cumhuriyet, Dicle, Yeşilyurt û Aydınlikevlerê, taxên Kentin Vakıfkent, Tekser, Gundogdu, Omerkoy û Ataturkê di bin navê lêgerînê de tîmên taybet xaniyan didin ber guleyan.
Di êrîş û dorpêça hêzên dewletê ya 87 rojan de li Şirnexê ji sedî 80 xanî û kargerî hatin xerakirin.
(zt)