Li Midiyatê rojnameger rastî êrîşan hatin
15:59
JINHA
NAVENDAN NÛÇEYAN - Nûçegihanên li Midyatê nûçe dişopandin rastî êrîşê hatin. Ji 3 rojnamegerên rastî êrîşê hatin 2 jê rakirin nexweşxaneyê.
Rojnamegerên ku xwestin teqîna li dijî midûriyeta polîsan a Midyatê bişopîne çûn Midyatê rastî êrîşê hatin. Rojnameger Sertaç Kayar, Hatice Kamer û Mahmut Bozarslan dema nûçe dişopandin rastî êrîşê hatin. Rojnameger Sertaç Kayar diyar kir ku dema dîmen dikişandin komekê êrîşî wan kir û destûr nedan ku ew dîmen û wêneyan bikişînin. Sertaç, anî ziman ku ew 3 kes birîndar bûne û Hatice Kamer ji serê xwe birîndar bûye û Hatice û Mahmut rakirin nexweşxaneyê.
(zt)