Li Amûdê zagonên jinê hatin gotûbêj kirin
16:39
JINHA
AMÛDÊ - Bi armanca danasîna rêgezên bingehîn ên Zagonên Jinê, Desteya Jinê û Kongreya Star bi awayeke hevbeş civînek li Amûdê lidar xistin.
Di 22'ê Cotmeha sala 2014'an ji hêla Desteya Jinê Zagonên Jinê ku ji 30 bendan pêk tê, hatibû erêkirin. Di 16'ê Gulana îsal jî Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Mekteba Jinên Ereb,
Yekîtiya Jinên Sûriyan û Rêxistina Sara biryareke hevbeş girtin ku zagonên jinê bi civakê bidin nasîn û bi vê mebestê îro li gundê Sincaq Sedûn a bajarê Amûdê ji bo gel civîna danasîna zagonên jinê hate çêkirin.
Civîna ku ji hêla Deseya Jinê û Kongreya Star organîze bû. Li Mala Gel a gundê Sinceqa Sedûn a ser bi bajarê Amûdê pêk hat. Di civînê de şêniyên gund amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Cîgira Seroka Desteya Jinê, Jînda Elî Zagonên Jinê yek bi yek xwend. Piştî xwandinê dest bi danasîna zangonan kir. Jîndayê wiha got, "Ev zagon ji bo avakirina civakeke exlaqî û wekheviya di navbera jin û mêr de hatin pêşxistin. Ev rêgez jî tenê jinan elaqedar nake, tevahiya civakê digire nav xwe." Jînda Elî herwiha balkişand sere destkeftiyên zagonên jin û wiha pêde çû, "Zagonên Jinê bi qasî ku jinê diparêzin, civakê û exlaqa civakê diparêze."
Zagonên jinê ji aliyê jin û mêrên ku tevlî civînê bûne rastî eleqeyek mezin hat.
(rh/hs/rc)