Dayikên Aştiyê: Pêşî zarokên me yên we qatilkirî bînin

16:40

JINHA

ÊLIH - Ji gotinên Recep Tayyip Erdogan ên 'dayika zarokan neyîne nivî ye' bertek zêde dibin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê gotinên Erdogan yên zayendî şermezar kirin û gotin: "Ma tu şerm nakê dayik û jina wek benîşt xistiye devê xwe û bernadê. Te eleqadar nake em zarok bînin an na? Ev vîna me ye û biryara me ye."

Bertekên jinan li hember gotinên Erdogan yên; 'Jinên dayiktiyê red bike kême û nivi ye' berdewam dikin. Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê li avahiya xwe bi daxwuyaniyekê gotinên Erdogan şermezar kirin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina got: "Anîn a zarokan biryara me ye, te eleqedar nake. Pêşî tu zarokên me yên we qatilkirî bide me. Ma tu şerm nake tu mudaxalayî jiyana me dikê. Tu carek dibejê '3 zarok bînin' niha jî tu dibejê 'zaroka bîn in.' Zarok anîna me, te eleqedar nake. Ev vîn û biyara me ye."

(dt/zt)