Li Geverê hêzên dewletê jehra mişkan avêtina nava torbeyên ar

16:44

JINHA


COLEMERG - Hêzên dewletê li taxa Cumhuriyetê ya Geverê jahra mişkan tev li arvan kirin.

Hêzên dewletê li dijî mafê gel ê xwerêveberiyê 79 rojan Gever dorpêç kir. Bi tang û topan êrîşî xaniyan kir û bi hezaran xanî xera kirin. Hêzên dewlete ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hezaran xanî xera kirin û talan kirin, niha jî dixwazin welatiyan jahrînî bikin. Hêzên dewletê li taxan lêgerînê dikin û di lêgerînê de jahrî tev li arvanê welatiyan dikin. Welatiya taxa Cumhuriyetê Sarice Tire diyar kir ku leşker û polîsên ketibûn mala wan jahra mişkan tev li dorbeyên arvanê wan kirine û wiha got: "Dema zarokên min gotin em birçîne û min xwest ji wan re hevir bikim, min arvan ji torbe derxist û min dît ku jahra mişkan tev li arvan kirine. Ev zilm e. Ev hovîtî ye. Xwedê vê yekê qebûl nake. Min ev nîşanî cîranan jî da. Cîranan jî diyar kirin ku ev jahra mişkan e. Ger ku me ferk nekiriya em dê hemû jahrîni bûbûna. Yên ev wisa kirine xwedê belav xwe bide wan."

(zt)