Jinên li Kampa Roj bi hêviyê vegerê ne
09:02
Rûken Dêrik/JINHA
DÊRIK- Jinên ku li Kampa Rojê dimînin qala zordestî û zilma çeteyên DAIŞ'ê kirin û gotin ew li hêviya azadiya heremên xwe ne.
Jinên ku ji Iraqê ji ber êrîş û zilma çeteyên DAIŞ'ê neçar mane warên xwe terk bikin û hatine Kampa Roj yê ku li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê hatî avakirin azar û êşên jinên Ereb radixînin ber çavê mirovahiyê. Koçberên kampa Roj ji bajarên cuda yên Iraqê hatine, lê tiştên ku jiyane piranî dişibe hev. Jinên ku li Kampa Roj dimînin têkîldarê hovîtî û zilma çeteyên DAIŞ'ê axivîn û gotin ku ligel her cure astengî Rojava hemêza xwe ji wan re vekiriye û anî ziman ku ev yek hêvî dide wan.
'Rojava li me xwedî derket'
Jina Ereb Heyfe Silêman ji bajarê Mûsulê ye. Ew jî ji hezaran kesên ku ji ber zordestiya DAIŞ'ê reviya û berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Heyfe wiha qala bûyerên ku jiyaye dike, "Dema çeteyên DAIŞ'ê bi ser mala me de girtin, hevjînê min kuştin. Mala me talan kirin. Zarokeke min ê 12 salî revandin. Ez bi 4 zarokên xwe yên piçûk re reviyam. Em 10 rojan li cem hêzên Asayîşa Iraqê man. Li wir bi buhayeke pir giran xwarin difirotin me. Min nedizanî bi 4 zarokên xwe re çi bikim. Paşê bi alîkariya kesekê em derbasî Rojava bûn. Ligel ku jiyana min êdî pir zehmet bûye, lê Rojava li me xwedî derket. Li vir hembêza xwe ji min û zarokên min re vekirine. Ez spasiya wan dikim." Heyfe da zanîn ku ew bi hêviya rojekê bajarê Mûsulê ji destên çeteyan rizgar bibe û dubare vegere mala xwe dijî.
'Di hundirê min de êşeke giran heye'
Ji Erebên Şengalê Zihûr Ehmed jî diyar kir ku berî ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe rewşa wê gelek ne başbûye û wiha domkir, "Di hundirê min de êşeke giran heye. Beriya demekê kurê min ê 17 salî nexweş bû. Hevjînê min ew bire Mûsulê ji bo derman bike. Lê ew pir dereng ma. Tirsek kete dilê min. Ez li telefona wî geriyam. Paşê em li pey ketin ku bizanibin çi hatiye bi serê wan. Em pê hesiyan ku hevjînê min bi destên çeteyan hatibû kuştin. Em çûn cihê bûyerê, hevjînê min di nav erebeyê de li ser rê hiştibûn. Lê ez niha jî nizanim çi bi serê kurê min hatiye. Piştî vê bûyerê min berê xwe da Rojava ji bo ku ez zarokên xwe yên mayî, biparêzim dijîm. Penabertî pir zor e. Lê ji mirinê her baştir e. Em daxwaz dikin tiştên bi ser me hatine bi ser keseke din neyên." Zihûrê di dawiyê de jî hêviya xwe wiha parvekir, "Ez hêvîdarim ku herêmên me rizgar bibin. Em vegerin cih û warên xwe. Zarokên me jiyaneke xweştir bibîn in."
(hs/rc)