'Federaliya Demokratîk yekîtiya gelan e'

09:03

Gulan Botan/JINHA

DÊRIK- Endama Komîteya Hevpeymana Civakî Rojhilat Arîf derbarê bi jiyanî kirina pergala federaliya demokratîk de nirxandin kir û wiha got, "Li Kantona Efrînê eleqeyek pir mezin ji Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê re tê nîşan dayîn. Ji ber ku nasname û naverokeke nû ye."

Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê, Rohilat Arif têkîldarê nêrînên gelê Kantona Efrînê ji bo Hevpaymana Civakî û Pergala Federal, ji ajansa mera nirxand. Rojhilatê diyar kir ku li Kantona Efrînê, Pergala Federal a Demokratîk wekî çareseriya herî guncaw ji bo derbaskirina aloziya Sûriyê dibîne.

'Ji bo Hevpeymana Civakî me bi hemû pêkhateyan re gotûbêj kir'

Rohilatê di serî de derbarê kar û xebatên komîteya Hevpeymana Civakî agahî da û wiha got, "Piştî avakirina Meclîsa Damezirandina Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûre Sûriyê, em wekî endamên Meclîsê hatin hilbijartin. Em di nava meclisê de wek komîteya amadekirina hevpeymana civakî beşdarî xebatê bûn. Di vê xebatê de ji bo ku pênaseya pergalê rast were kirin, me dest bi nivîsandina hevpeymanê kir. Li ser vê bingehê, ev demeke dirêje ku em nîqaşên kûr li ser mijarên cur be cur didin meşandin. Federalî yekîtiya gelan e, bi hev re parvekirin e, di biryar û pêkanînê de yekbûyîn e."

'Armanca me nûkirina têkîliya gelan e'

Rohilatê da zanîn ku pergala desthilatdariyê di navbera gelan de herdem xwestine lihevnekirin an jî dijminatî çêbikin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan amadekirina Hevpeymanê giring e û wiha pêde çû, "Komîteya me jî di wê astê de kar dike. Li her sê kantonên Rojava bi sazî, gel û kesayetên ji neteweyên dîtir re rasterast hevdîtin hatin çêkirin. Me jî li Kantona Efrînê 70 civîn ji pêkhateyan, sazî û partiyên heyî re çêkir. Di encama van civînan de wek nêrîneke hevbeş derkete holê ku pergalek navendî nema ji civakê re dibe çareserî, ji ber wê pewîstî bi pergalek pir-alî û pir-reng heye. Li Kantona Efrînê eleqeyek pir mezin ji Pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê re tê nîşan dayîn. Ji ber ku nasname û naverokeke nû ye. Dibe ku gelên herêmê xwedî dîrokeke hevbeş ya kevin bin. Lê ji ber polîtîkayên serdestan ew têkilî piranî texrîb bûne. Jixwe armanca me jî careke din zindîkirin û nûkirina têkîlî û girêdana di navbera gelan û civakê de ye."

'Xebatên me hemû pêkhateyan digire nava xwe'

Rohilat bilêv kir ku di tevahiya civîn, nîqaşên ku komîteyê pêk aniye de bi awayek eşkere dîtine ku gel li hêviya çareseriyeke bi vî rengî ye û wiha pê de çû, "Herî zêde kesên ku vê pergala nû dipejrînin jin û ciwan in. Ji ber ku jinê ji her kesî zêdestir êşa bindestî û koletiyê kişandiye. Niha li beramberî êşên ku kişandiye, rolekî ber biçav di nava Pergala Federal Demokratîk de digire. Kantona Efrînê jî bi pêşengtiya jin û ciwanan xwe bi rêxistin dike. Ji eleqeya gelê xwe, me jî bi baweriyeke hîna xurtir xebatên xwe berdewam bir. Di nîqaşên me de jî nerînên cuda ji bo çareseriya pirsgirêkên di nava civakê de pêş dikevin û lihevkirinek çêdibe. Dema em reşnivîsa di destên xwe de bi dawî bikin û kesên pispor ji gel re şîrove bikin, em bawer dikin ku dê gel vê pergalê baştir fêm bike, têbigihîje û wekî çareseriya rewşa heyî bipejirîne."

Rohilatê balkişand ser nêzîkatî û helwestên dijberê sîstema Federal kir û rola jinan di xwedîderketina pergalê de jî wiha vegot, "Heya niha hêzên dijber dixwazin pergala Federal reş bikin. Lê gelê vir bi awayekî ber biçav vê pegalê qebûl dike. Ya ku pêşengtiyê ji vê yekê re dike jî jin e. Jin bi dengê xwe, bi edaleta xwe dikare wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de avabike. Divê jinên ku li Rojava Pergala Federal a Demokratîk baş fêm bikin û ji bo biserxistina wê di nav kar û xebatê de bin. Em bawerin ku dê jinên Kurd û hemû jinên Bakûrê Sûriyê û Rojava li banga me xwedî derkevin."

(hs/rc)