Xizmên girtiya: Bila girtîgeh nebin bodrumên hovîtiyê!

10:16

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR -13 girtiyên li beşa T-4 a girtîgeha Alîaga Şakranê, dihatin girtin ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin û 3’ê Hezîranê dest bi greva birçîbûnê ya dorneveger kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ewlehiya canê girtiyan tine û wiha got: “ Ev girtîgeh dikare vegere bodroma Cizîrê. Zîhniyeta ku kesên birîndar şewitandin dikarin kesên li dijî wan derketine jî bişewitînin. Ji ber vê jî divê hemû ragiştî li dijî girtiyan hestiyar tevbigerin.

Girtiyên siyasî yên di beşa T-4 a girtîgeha Alîaga Şakranê ya Îzmîrê tên girtin di 30’ê Hezîranê de rastî êrîşa gardiyanan hatin. Erkan Tamîr yê di hevdîtina heftane ya telefonê de bi malbata xwe re axivî diyar kiriye ku di hejmartina sibehê de gardiyanan xwestiye Osman Furuncu yê di beşa hewadankê ya odeya wan de runiştiye, xwestine rabe û li ser vê nîqaş derkeitye û 15 gardiyanan êrîş kirine. Hat gotin k udi encama êrîşa hatiye jiyîn de girtiyên bi navê Muslum Şahîn, Ferhat Demîrbaş, Selîm Eklîk, Fahrîzat Tutan, Abdulcelîl Erînfîk, Erkan Tamîr, Abbas Kaya, Huseyîn Tunç û Delîl Tekîn bi awayekî giran hatine derbkirin.

Girtiyan li dijî zextan dest bi grevê kirin

Girtiyên di hucreyê de hatine girtin, piştre hatine derxistin û du roj berê 19 girtiyên di koxuşên B-13, B-14 û B-15 de dihatin girtin hemû girtine koxuşa B-4’ê. Hate destnîşan kirin ku ji girtiyên ku anîne koxuşê 13 hebî di 3’ê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê ya dorneveger a bêdem kiriye. Her wiha hat diyar kirin ku girtî di kontrola tenduristiyê de nehatine derbaskirin û jimartina li ser piyan ferzkirine. Li aliyê din jî dihat payîn ku parêzvanên mafê mirovan û heyetek ji parêzeran pêk tê, lêkolînên li girtîgehê kirin, bikin rapor û bi rayagiştî re parve bikin. Xizmên girtiyan li ber girtîgehê daxuyaniyek dan.

Malbat bi fikarin

Hevjîna Muslum Şahîn, Ulker Şahîn got girtî rastî pêkanînên xerab tên û wiha got: “Di mijartinê de pirsgirêk derxistine û girtî derb kirine. 9 heb xistine odeya bi sunger. Hevalên din jî li kuşxane û taweyan xistine. Piştî çalakiyê girtî ji odeya sungerê derxistine. Piştre dîsa hemû bûyer hatiye jiyîn. Hevalan dîsa çalakî kirine lê vê carê bi derbkirinê derxistine. Li stû, pişt û milên wî şopên derbê hene. Tê gotin rapora doktro jî hatiye dayîn. Ev 4 rojin ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Dema min xizmê xwe dît, derb lê hebû. Hevjînê min got rewşa 4 heban girane û bi awayekî cidî tên dermankirin.

Tehdîda ‘emê we înfaz bikin’!

Ulker bil êv kir ku girtî rastî îşkence û zextan hatine û wiha pê de çû: “Ev hefteyeke agahiya kesî ji wan tine. Emê serlêdanê li dozgeriyê bikin. Ger hewce be em ji vir naçin. Em wan tenê nahêlin. Gardiyana ji wan re gotine; ger hun vê bûyerê bi derve bidin bihistin, emê we înfaz bikin. Yanî jiyana girtiyan di bin rîskê deye. Komeleya Mafê Mirovan û doktor hatin. Parêzerên me hatin lê hevdîtin astengkirin. Rapora berfireh kengî derkeve nayê zanîn. Dema telefonê vedikin dibêjin rewşa me ne başe. Em naxwazin rewşa bodruma hovîtiyê bê jiyîn.”

‘Ewlehiya canê wan tine’

Xizmê girtiyê bi navê Delîl Tekîn, Salîha Eser jî got: “Min îro Delîl dît. Li stû û milên wî şopên derbê hebûn. Ewlehiya canê wan tine. Ji bo vê teqez piştgiriyê dixwazin. Dixwazin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Niha di hucreyên yek kesî de ne. Dema jimartinê tê bi saetan li ser piyan dihêlin. Rastî gotin û pêkanînên xerab tên. Dest bi girevê kirine. Kes vê nizane. Divê ev demildest bê çareserkirin.”

‘Tiştê me dît bi xof bû’

Xwişka girtiyê bi navê Mehmet Emîn Dag, Tayyîbe Sessîz jî got: “Ez îro çûm hevdîtina vekirî. Dîmenek bi xof hebû. Îşkence dîtibûn. Darbeyên cîdî girtibûn. Partiya me jî bila li mafê van zarokan bigerin. Bedena wan mor bibû. Niha di girevê de ne. Psîkolojiya wan jî xerabe.”

‘Emê bi rêyên qanûnî li mafê xwe bigerin’

Xizma Mazlum Selçûk, Încîl Selçûk jî got ew 4 sale tê hevdîtina Mazlum û got îro beyî hincet mafê hevdîtinê hatiye rakirinê û wiha got: “Ez hezar û 500 kîlometre hatim lê mafê min yê hevdîtinê asteng kirin. Em bi rêya parêzerên xwe li mafê xwe bigerin.”

Încîlê di berdewamiya axaftina xwe de got ew ji jiyana girtiyan bi fikare û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.

(hu)