Gulê li benda çuna Şirnexê ye

10:17

JINHA

ŞIRNEX - Gulê Îstek a ku ji ber polîtîkayên dewletê yên koçberkirinê emrê wê di riyan de derbas bûye bi dorpêçkirina Şirnexê ve careke din mecbûr dimîne koç bike. Gulê li benda rakirina qedexeyê ye ligel ku operasyon bi dawî bûye lê qedexe nayê rakirin bi bertek e.

Malbata Îstek a li gundê Bîlmad a Şirnexê dijî ji ber êrîşên dewletê yê li hemberî gundê wan weke gelek kurdistaniyan gundê xwe terikandine û li bajar bi cih bûne. Piştî ku pêvajo hinekî normal dibe careke din vedigerin gundê xwe û havînê li gund dimînin. Bax û bostanên xwe diçînin, bizinan dikirin û hem sewalkariyê hem jî çandiniyê dikin.

Hemû tax dîsa bi hevre ne

Ji ber ku Şirnex hate dorpêçkirin Malbata Îstek careke din çû gund û li jiyana xwe li Bilmadê rêkûpêk dikin. Malbata Gulê ji zilma dewletê xilas nabin li vir piştî ku di êrîşa dewletê ya li hemberî gunde de kurê xwe Alî Sumbul winda dikin careke din berê xwe didin riyên koçberiyê. Malbata Gulê mala xwe ya gund diterikînin û li taxa Afet Evlerê kon vedidin. Gulê diyar kir ku malbatên taxa Yenîmahalleyê hemû hatine vê derê û wiha gotin: "Em li vir jî bûn cîran. Jixwe piraniya me xizmên hev in." Gulê anî ziman ku zarok û neviyên wê naçin dibistanê û bi gotina "ma dê biçin dibistana dewleta ku van tiştan bi me dikin" nerazîbûna xwe anî ziman. Gulê ya bi zarok û neviyên xwe ve 12 kes di kon de dimînin , cihe ke ku pêdiviyên xwe bi cih bînin tuneye, kon germ nînin.

Gulê ya ku di nava tozê de hewl dide mast bimeyîne wiha axivî: "Dema em çûn gund me baxçeyê xwe çand. 50 bizin kirî. Niha li vir serê çişa em ^eçawa li van bizinan binêrin. Bizinên me li çiya digerin ji ber vê jî ancax evqas şîr didin. Niha li vir di nava tozê de ne. Xwarinê çêdikin, li ser agir em xwarina xwe çêdikin. Zarok diçin darû beran kom dikin. Em jî şîr dikelînin."

Hê jî ji bajar dû bilind dibe

Gulê dixwaze qedexeya li Şirnexê bi dawî bibe wiha axivî: "Ji mala me agahiya me tuneye. Ango xwezî bajar bişewitandina lê tiştek bi ciwanan nehata. Qet nebe heta Şirnex vebe em li gundê xwe bimana. Bax û baxçeyên me hebûn. Piştre em ê vegeriyana Şirnexê. Operasyon bi dawî bû lê hê jî ji bar du bilin dibe. Çima xedeyê êdî ranakin."

(zt)