Tû hatin weşandin û ketin qazanan
10:27
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Jinên li gunde Comalaş a Lîcê jiyan dikin bi hatina havînê re dest bi çêkirina dimsê kirin. Saciye ya ku tevî ciranên xwe dimsa tûyan çêdike, sûdê dimsa tûyan vegot.
Di nava civakê de dimsa tûyan ji nexweşiya ulserê, bê xwînî re bisûde û gelek sûdên dimsa tûyan ku nayên zanîn hene. Dimsa bi destê jinan xwezayî çêdibe. Dimsa bi destê jinan tê çêkirin, gelek zahmet be jî bi dilek rehet tê xwarin. Li navçeya Lîce ya Amedê bi hatina biharê re jin bi hev re tûyên ku kom dikin di qazanan de di kelînîn û dikin dims. Sacide Dolan a li gundê Comlaş ê di jî diyar kir ku ew miha hezîranê dest bi çêkirina dimsa tûya dikin û wiha çekirina dimsê vegot: "Pêşî dema tû digihîn em diçin ser dara û kom dikin. Em li binê dar ê paşeç mezin radixin, piştre dar ê di weşîn in. Tûyên ku diweşin em dixin sitilê. Em tû ya dixin qazanê û ji bo bi pijê em di deynin ser agir. Dema dims di kelînin dibe hertim kefika ser dims ê bê girtin. Piştî ku tû hatin kelandin ji bo parzûnkirinê em tû ya dixin kisîkan û ava tû ya dixin sifrîkî de û di deynin ber tav ê. Piştî wê em ava ku ji tû ya tê li serê ban a di deynin ber tavik ê û 10-15 rojan di sekine nin."
'Ya herî zehmet dema em dara diweşînin'
Saciye dazanîn ku ya herî zehmet dema weşandina darane û wiha dom kir: "Hertim tevdana dims ê jî pir zehmete. Çiqas karê me zehmet be jî em dilek rehet dimsa tû ya dixwin û em dizanin ku xwezayî tê çêkirin. Dimsa ku em çêdikin carna 2 -4 kîlo di derdikevê û ev dims terî malabatêk dike.
Saciye sudên dimsa tuyan jî wiha rêzkir: "Dimsa tuyan ji bo nexweşiyên weke bexwînî, mîde, ulser, bêhntengî, bronşit, serma girtin, kuştina mikrop re û gelek nekxweşiyên dinê re dermane. Di heman demê de jî sporvan re, mezinbîna û zirêktiya zarokan, gargara û ji bo nexweşiya ku di nav zarokan de tê dîtîn pamuk bisûd e."
(dt/zt)