Bi hinceta beşdarî 8’ê Adarê bûye ji dibistanê hat durxistin û ji yurdê hat avêtin
10:30
Medîne Mamedoglu/JINHA
AMED – Hatîce Dag bi hinceta ku beşdarî bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li Zanîngeha Dîcleyê pêk hat bûye, rastî lê pirsînê hat û ji dibistanê hat durxistin. Hatîce Dag ji yurda dewletê jî hat avêtin. Hatîceyê got êrîşên li dijî jinan di asta herî bilind de ye û got wê serî netewînin.
Di van rojên ku bi gotinên zayendperset yên serokkomar Tayyîp Erdogan, nêrîna desthilatdariyê ya jinê holê ye, li her qadê jin dibin hedefa êrîşa zîhniyeta serdest ya mêr. Li zanîngehan li jinan lêpirsîn tên vekirin. Xwendekara Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Hatîce Dag bi armanca beşdarî bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûye, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve rastî lêpirsînê hat. Di dema ezmûnan de ji dibistanê hat durxistin û her wiha ji yurdê jî hat avêtin.
‘Bi îfadeyek bêbingeh ez ji yurdê hatim avêtin’
Hatîceyê bi lêv kir ku zextên li ser wan bi awayekî hevdem dimeşin û wiha berdewam kir: “Hem li dibistanê û hem jî li yurdan bandora pêvajoya şer zêdetir tê hîskirin. Xwendekaran ji ber çalakiyên ku beşdar dibin berpirs dibînin û ji dibistanê dur dixin. Ez ji aliyê rêveberiya yurdê ve bi îfadeyeke bêbingeh hatim avêtin.”
‘Protestokirina êrîşa zayendî bû sûc’
Hatîceyê wiha got: “Ez beşdarî 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Dijî Jînê û 8’ê Adarê bûm. Ji ber vê lêpirsîn li min hat vekirin û ez ji dibistanê hatim durxistin. Di nava hefteyekê de 3 hevalên me hatin girtin. Li zanîngeh û yurdan zextên li ser hevalên jin di asta herî jor de ye. Hevalên me bi binçavirin û tehdîdan tên çewistandin. Di du mehên dawî de 15 ciwanên ODGK’ê ji yurdê hatine avêtin û bi hincetên cuda jî ji dibistanê hatine durxistin.”
‘Zext me tînin vê rewşê’
Hatîceyê bi lêv kir ku zext nekarin wan têk bibin û wiha berdewam kir: “Em wek rêhevalên Aydin Erdeman, Viyan Amedan ti carî serî natewînin. Pêkanînên bi vî rengî ji bo me sar bikin, dikin. dixwazin pêşî li hêza me ya jinê bigirin. Lê nizanin ku ev me zêdetir xurt dike.”
(hu)