'Heya yek jin di destê DAÎŞ'ê de heye em narawestin'

11:04

JINHA

ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidî girêdayî 19 jin û zarokên li nava Musilê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin şewitandin daxuyaniyek nivîskî dan.

Li çiyayê Şengalê Meclisa Jinên Êzidi ji bo jin û zarokên Êzidi ku berî çend rojan li Musilê ji aliyê DAÎŞ ve bi saxi di qefasan de li ber çavê gel hatibûn şewitandin daxuyaniyekî niviskidan. Daxuyani weha: "Em wek civak û biteybet jî jina Êzidi di gelek fermanan re derbasbûn. Lê belê ew nikarin bi fermana me tûne bikin. Diroka Jinên Êzidi dirokekî qedim ya berxwedanê ye, şaristaniya dewletê hêza xwe ya tarî DAÎŞ li ser Jinên Êzidi zelal kir. Ev êriş ne êrişên rojane ne ku li henberî çanda jin tê çêkirin."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Li Musilê 19 jin û zarok bi saxî di qefesan de li berçavê gel hatin şewitandin. Bi van nêzikatiyên xwe yên dijî mirovatî xwestin jinên Êzidi tûnebikin. Di ferman 3 yê Tebaxa sala 2014'an ku DAÎŞ li ser Jinên Êzidi kirin û revandin. Bila DAIŞ baş zanibin me ew jin ji bîr nekirine, ji ber niha em jinên Êzidi bûne xwedî vin, emê bi hemu awayan li hem berî êrişên wan berxwe bidin. Em vê yekê baş dizanin jina ku xwe zanekiriye û bûye vin, her dem bûye hedefa şehristaniya dewletê. Lê bila we baş zanibin em wek jinên Êzidi her dem berxwedana xwe berdewam bikin.

Ji xwe em wek jinên Êzidi di hemu aliyan de xwe rêxistinkiriye, biteybet hêza me ya leşkeri hatiye ava kirin. Hêza me ya leşkeri xwe wek YJŞ yan Yekiniyên Jinên Şengalê rêxistin kirine. Bila dijimên jinên Êzidi baş zanibe ew çiqas bi ser me de tên em ew qas xwe rêxistin dikin. Ji ber em di wê ferqê dene civakekî ku hêza xwe ya rêxistini nebe wê bibe hedefa êrişan. Em jî wek jina Êzidi ji bo carek din nebin hedefa dijiminan û fermanan nebinin, me xwe birêxistin kiriye.

Emê birêxistinbûna xwe tola hemu jinên Êzidi rakin, bivê minasebetê em bang li hemu jinên Êzidi dikin werin tevli rêxistinbûnê bibin. Em wek jinên Êzidi amedene li ku dibe bila bibe emê ji bo azadiya jinê berxwedani bidin meşandin û dawî li êrişên li ser jinê binin. Em wek Meclisa Jinên Êzidi soz didin heya yek jin di destê DAÎŞ'ê de heye em narawestin heya ku em wan azad dikin."

Bi diruşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî Jina Êzidi", "Biji YJŞ" û "Jin Jiyan azadî"

(kom/zt)