Yekîneya Lekşerî ya Jinên Herêmên El Şehba Hat avakirin

11:28

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Li Kantona Efrînê Yekemîn Yekîneya Leşkerî ya Jinên Herêma El Şehba bi navê Şehîd Jiyan Ehrez, ya ser bi Cephetul Ekrad, piştî dewreyek perwerdeyê hat avakirin.

Li Kantona Efrînê Yekemîn Yekîneya Leşkerî ya Jinên Herêma El Şehba bi navê Şehîd Jiyan Ehrez, ya ser bi Cephetul Ekrad, piştî dewreyek perwerdeyê hat avakirin. 18 Jinên Kurd, Ereb û Tirkmen dewreyek perwerdeya leşkerî û bîrdozî a ku 15 rojan dewam kir, bidawî kirin. Di dawiya dewreyê de bi merasîmekê Yekîneya Leşkerî ya Jinên Herêma El Şehba bi navê Yekîneya Şehîd Jiyan hate ragihandin. Hate diyarkirin ev yekîne bi armanca parastina jinên herêmê hatiye damezirandin. Di merasîmê de Fermandarên YPJ, endamên Meclîsa Rêvberiya Herêma El Şehba, Meclîsa Rûsipiyên herêmê û fermandarê Cephetul Ekrda Ebû Hecî û malbatên şervanên yekîneyê jî amade bûn.

Di serî de endamên dewreyê merasîmeke leşkerî pêk anîn, paşê kom bi kom li ser parastina jinên herêmê sonda leşkerî xwendin. Di dawiyê de jî daxuyaniya ragihandina Yekîneya Şehîd Jiyan Ehrez ji hêla şervana yekîneyê Arîn Mîrkan ve hate xwendin. Arîn diyar ki ku ev yekîne ji bo parastina jinên herêmê hatiye damezirandin.

Têkîldarê avabûna yekîneya Lekşerî ya Jinên Herêma El Şehba a bi navê Şehîd Jiyan Ehrez, me nêrînên şervanan girtin. Di serî de şervan Rojda Xemgîn girîngiya avakirina yekîneyê anî ziman û bang li jinên herêmên El şehba kir ku tevlî wan bibin.

Şervan Arîn Mîrkan: "Bi armanca em xwe ji hişmendiya zilamê desthilatdar rizgar bikin, jinên ji pêkhateyên cuda di vê yekîneyê de cih digrin. Ez jî bang dikim ku her jinek di vir li cem me cih bigire"

Sozdar Tolhildan; "Ez tevlî hêzên leşkerî bûme ku jinên El Şehba ji zilma çeteyan rizgar bikim. Pêwîst dike em tev jin bi bilindkirina parastina rewa, azadiya xwe misoger bikin."

Arjîn Şehba; "Avakirina yekîneyekê taybet bi jinên herêmê tê wateya em exlaq û nirxên xwe bixwe biparêzin. Serkeftina jinên Kobanê rêya hêviyê li ber me vekir, em jî bi vê mîrasê mezin hemû jinên herêmê azad bikin."

Şîlan Cabo; "Ez dawîbûna vê perwerdeyê û damezirandina yekîneya leşkeri ya jinên El Şehba li hemû jinan pîroz dikim. Bi vê perwerdeyê me wateya jina azad naskir. Jin dikare bi vê hêzê xwe ji zilm û koletiyê rizgar bike."


(hs)