Fatma Ocalan banga piştevaniya Geverê kir
11:48
JINHA
RIHA - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, der barê kompanyaya "Malbata Hevbiratiyê" ya ku ji bo Geverê hatiye destpêkirin, agahî da û hat xwestin ku divê kampanya bê mezin kirin û "heke nanekî me heme divê em bi gelê xwe re parve bikin."
Navçeya Geverê ya ku ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve hat xirabkirin, ji bo piştgirya gelê herêmê kampanyaya "Malbata Hevbiratiyê" hat destpêkirin, piştgiriyek jî ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat. Malbata Ocalan a li navçeya Xelfetî ya Rihayê dimîne, ferdên malbatê Fatma, Mehmet Ocalan û Alî Ocalan bang li kurdistanî û dostên wan kir û ev tişt hat gotin: "Heke nanekî me hebe divê em bi gelê xwe re parve bikin."
Xwşka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan bal kişand ser hovîtiya li hemberî gelê Geverê pêk hatiye û aşkera kir ku divê ev rewş neyê qebûlkirin û wiha axivî: "Heke nanekî me hebe divê ev bi gelê me re bê parvekirin. Ez ne rihet im ne xwe ez dê biçûma Geverê û ezê li gel wan bama."
Piştgiriya aborî û manewî divê
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan destnîşan kir ku dewletê li Geverê kevir li ser kevir nehiştiye û xwest di aliyê aborî û manesî de ji bo gelê Geverê piştgirî bê kirin. Mehmet bangî her kesê ku divê ez mirov im kir û wiha pêde çû: "Divê em beşdarî kampanyayê bin û piştgiriyê bidinê. Meha Remezanê ye. Xêra herî bi wate, piştgiriya ji bo gelê Geverê ye. Kesê divê ez mirov im, ez demokrat im, divê piştgiriyê bide gelê meyê Geverê."
Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan jî bang li gelê Tirkiye û Kurdistanê kir ku xwedî li kampanyayê derkevin û piştgiriya xwe mezin bikin.
(zt)