'Bi perwerdeyê em xwe ji nû ve nasdikin'
12:01
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Jinên Ereb ên di akademiya Şehîd Rustem Til Koçer perwerde dibînin, diyar kirin ew bi perwerdeyê jinûve xwe dinasin.
Li bajaroka Til Koçer a girêdayî bajarê Girkê Legê a Kantona Cizîrê di bin sîwana Saziya Zanist û Ramanê Azad a Til Koçber de Akademiya Şehîd Rustem Til Koçer di 18'ê Gulanê de bi beşdariya 25 kesan dewreya bi navê Şehîd Xebat dabû destpêkirin. Di vê dewreyê de 8 jin jî beşdar dibin. Tevahiya endamên dewreyê ji pêkhateyê Ereb in. Jinên di vê Akademiyê de, dan zanîn ku ew bi perwerdeyê jinûve xwe dinasin.
Yek ji endama dewreyê Menar El Xidir wiha nêrînên xwe anî ziman "Ev cara yekemîne ez tevlî perwerdeyeke bi vî rengî dibim. Tişta ku bû sedem ez biryar bigrim û beşdarî bikim min xwest ez tevgera azadiyê bêtir binasim. Ez dibînim ku jinên Kurd di nav têkoşîn û hewldanê de ne. Herwiha nêrînên Rêber Apo ên derbarê jinê balkêşin. Di heman demê de hin pirsên min hene ez dixwazim bersiva wan bibînim. Wek mînak çima jin evqas tê perçiqandin?"
Menar encamên ku heya niha di perwerdeyê de bi dest xistiye û bersivên ku ji pirsên xwe re dîtiye parve kir "Ez bi waneyên li dewreyê pir tiştên ku min qet nedizanî elimîm. Me li vir dîroka mirovahiyê, bi taybet jî dîroka jinê naskir. Di civaka me ya Ereb de bandorê zihniyeta zilamsalar hîna berçavtir tê dîtin. di nav waneyan de hevalên xort ên di dewreyê de rabûn û rexnedayîna xwe di mijara jinê de dan. Yanî guhertineke baş di her yek ji me de derdikeve pêş. ez herî bêtir jî bi nêrînên Rêber Apo bandor dibim. Ew înasaneke mirovhez, demokrat û şoreşgereke mezin e. Wî ji bo wekhevîtî û biratiya gelan pir xebat kiriye. Lewma ez erk dibînim ku xwe bigihînim asta jineke têkoşer û bêtir xwe binasim. Perwerde bû sedem ez di pir aliyan de xwe binasim."
Dunya Mistefa jî diyar kir ew ji bo nasnameya xwe wek jin bêtir binase hatiye perwerdeyê û wiha got "Ez bi dersa civaka xwezayî û rola jin a pêşeng bandor bûm. Ji bo min agahiyên pir nû bûn. ango pencereyek nû ya dîrokê li ser me vebû. Lê tişta xweş em di vê şibakeyê de dikarin cîhanekê bibînin ku tê de jin ango nasnameya me jî heye. Di destpêka perwerdeyê de xortan dipirsîn çima zewaca pir-jin nabe. Lê niha her diçe ji nêzîkatiyên xwe yên zayendperest haydar dibin û nema wek berê li jinê binêrin. Ev jî asta pêşketin û guhertina ku perwerdeyê bi xwe re aniya nîşan dike."
Dunya di dawî de got "Ez dixwazim perwerdeyek din jî bibînim ku bêtir li ser dîroka jinê û rasiyên civakî yên gelê Ereb be. Lewma ezê îmkanên perwerdeyan baş bi kar bînim."
(hs)