Gund hatin rizgarkirin ji navendê re jî demek kin maye
12:20
JINHA
MINBIC - Meclîsa Leşkerî ya Minbic daxuyand hêzên wan gihîştin mesafeyeke wisa ku karibin çeteyan di hundirê bajar de hedef bigirin di vê çarçoveyê de dikarin bêjin ku bajar êdî rizgar kirî ye, lê ji bo parastina sivîlên di bajar de, bi ewle berbipêş diçin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, encamên hefteyeke operasyona "Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla", bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced hat dayîn. Adnan diyar kir ku operasyona wan bi serkeftî berdewam dike. Adnan bibîr xist ku operasyona rizgarkirina Minbic û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike.
Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Gundewarên rojhilat hatin rizgarkirin
"Di hefteya yekemîn a operasyonê de bi dehan gund û bajarokên girêdayî bajar hatin rizgarkirin. Hêzên me bajar ji aliyê başûr, bakûr û rojhilat ve dorpêç kirin û rêyên alîkriyê yên ji bo çeteyan qut kirin. Dîsa hêzên me rêyên Minbic –Cerablus, Minbic-Reqa xistin bin kontrola xwe. Bi vê yekê re gundewarên rojhilatê bajar bi tevahî hatin rizgarkirin.
Ji bo sivîlan gav giran tên avêtin
Hêzên me gihîştin mesafeyeke wisa ku karibin çeteyan di hundir bajar de hedef bigirin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin ku bajar êdî rizgar kirî ye, lê ji bo parastina sivîlên di bajar de, em gavên xwe giran di avêjin.
Sivîl hatin rizgarkirin, alîkariya mirovî tê dayîn
Ji aliyê mirovî de jî, hêzên me karîbûn ku xwe bigihînin sivîlên ku di gundan de ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin. Hêzên me ev sivîl rizgar kirin û ew gihandin herêmên bi ewle yên dibin kontrola me de. Komîte û meclîsa ku ji bo rewşên awarte hatine avakirin jî pêdiviyên sivîlan ên xwarin û dermanan bicîh tînin. Heta niha hêzên me bi dehan gund ji mayin û teqemeniyan paqij kirin û ji bo vegera welatiyan ewlekarî ava kir.
Dê operasyon bidome
Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Gundewarên wê, eşkere dikin ku em dikarin bajar û gundewarên wê ji çeteyan rizgar bikin û parastina wê jî mîsoger bikin. Dîsa em eşkere dikin ku operasyona me dê heta pêkanîna vê armancê bidome.
Em spasiya QSD’ê dikin
Em ji bo destekdayîna wan a lojîstîk û manewî spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) û ji bo desteka hewayî û şêwirmendiyê jî, spasiyên xwe pêşkêşî Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê dikin.
Ji baregehên çeteyan dûr bisekinin
Em bang li gele xwe yê Minbicê dikin ku li dûrî baregehên DAIŞ’ê bisekinin û bi hêzên me re bibin alîkar. Heta ku em tevahiya bajar ji çeteyan paqij dikin bila haydar bin."
(kom/zt)