Ayşe bi piştgiriya jinan ji bo keyatiya Gulbahçe hat hilbijartin
12:41
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Ayşe Solmaz a ku bi namzetên 5 mêr re ji bo keyatiya taxê ket peşbirkê ket dewsa keyayê ku li Edenê neçû ‘vexwendina' Serokomarê Qasrê û hat girtin. Ayşeyê ji sedî 75’ê dengan hat hilbiartin û bû keyaya Gulbahçeyê. Armanca Ayşeyê ya yekêmîn eve ku pêşî ji bo xwişkên xwe qadên jiyanê ferihtir bike.
Keyayê taxê Gulbahçe Cengîz Aslan ji ber ku beşdarbûna civîna keyayan ya Serokomar Tayyip Erdogan vexwendî kiribû, nebû, bi îdiaya îdaya 'propaganga rexistine' kiriye hat girtin. Ji bo keya neçû vexwendina Qasrê hat girtin û Cengîz ji aliyê welatiyên taxên gelek dihat heskirin. Ayşe Solmaz (26) bi pêşniyara jinan tevlî pêşbirka 6 mehan û tevlî hilbijartina bû.
Ayşe ji sedî 75'ê dengan girt
Bi xebata ji bo keyatiyê ku jinan dan meşandin Ayşe ji sedî 75 deng girt û bû keyaya taxa Gulbahçeyê. Ayşe got ku di hilbijartina de di nav 5 mêran de hilbijartina wê suprîz çebûyê. Ayşe ya ku dayika 2 zarokane diyar kir ku hilbijartina keyatiya wê bi vîna jinan pêk hatiye.
'Piştgiriya jinan cesaret da min'
Ayşeyê diyar kir ku dema ew bûyê namzet piştgiriya jinan girtiye û wiha dom kir: "Di civakek hişmendiya mêran de, fikara min hebû. Min digot ez nikarim keyatiyê bikim. Min bi saya hevalên xwe yên jin ev tirs ji ser xwe avet û bi wan re em mal bi mal li denga geriyan. Nêzîkatiya civakê cesaret da min.”
'Min guh neda gotinên mêran'
Ayşeyê bilêv kir ku di pevajoya hilbijartine de hinek mêran digot: " Ma çawa jin dibin keya?" lê wê ti car guh nedaye gotinên mêran.
'Ezê qadên jiyana jinan ferihtir bikim'
Ayşeyê destnîşan kir ku bi taybetî ewê qadên jiyana jinan firihtir bike û wiha axivî: "Li hember hemû neyîniyan min û hevalên xwe yên jin me gav paşve navet û me têkoşîna xwe berbi serkeftine bir. Ez ji jinên ku ji min re bûn alîkarî û jinên ku nebûnrî jî sipasiyê xwe re dikim. Bi teybêtî ji welatiyên taxa Gulbahçe piştgirî dan ez sipas dikim. Armanca min ya yeke mîn ku ez qadên jiyana jinan ferihtir bikim û mafên jinan biparêzim."
(dt/hu)