Dayikên Wanê: Ne jin hişê te nîviye

13:43

JINHA

WAN – Însiyatifa Dayîkên aştiyê ya Wanê bertek nîşanî gotina Serokomar Tayîp Erdogan a "Jinê dayikê red bikin nîv û kêm in" dan. Însiyatifa Dayikên Aştiyê Hanife Kaçan diyar kir ku ew gotina Erdogan tu carî qebûl nakin û ew tu carî nabin kole.

Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Wanê têkildarî gotina Serokomar Erdogan a "Jinên dayiktiyê red bikin ew nêvî û kêm in" daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Hanîfe Kaçan xwest Erdogan zanibe ku ew tu cari nabin koleyên Erdogan û dayik koletiyê tu carî qebûl nakin. Endama Înîsiyatifa Aşityê Rabiya Algûl jî diyar kir ku Erdogan ji jinan ditirse, ji ber wê çendê êrîşî jinan dike û wiha got: "Jin di aliyê başîde zarokên xwe perwerde dike xirabiyê nişanê zarokên xwe nake. Em vê tiştê qebûl nakin bila Erdogan bê vicdaniya xwe bi pirse ji ber ku dayîkê ku aniye dinê wê bine ber çavê xwe û wê ji xwe bi pirse Erdogan nikare li jinan jî heqaret bike. Ez banga Erdogan dikim ku ew gotinê ku ji bo jinana gotiye paşde bikşine û lêborînê jinan tevahi bi xwaze.”

(zt)