'Em şahidê rojnamegeriya wan in'

13:50

JINHA

AMED - Rojnamegeran bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bi silogana "Dest Nede Mafê min ê Nûçeyan" şahidiya rojnamegerên girtî kirin. Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol diyar kir ku her mirovek nûçegihanek e kesên dixwazin ew dest ji nûçegîhanî û rojnamegeriyê berdin xwe dixapînin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), ji bo azadiya Rojnamegerên Girtî bi silogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" bi devlêbûna dehan rojnameger li ber Edliya Amedê şahidiya rojnamegerên girtî kirin. Di çalakiyê de Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Serokê Çapemeniya Basin Îş'ê yê DÎSK'ê Faruk Eren, Nivîskara T24 Nurcan Baysal, ji CRA, DİHA, JINHA, Azadiya Welat, Ozgur Gun Tv, ÎMC, VAN tv, JIYAN TV, Azadî TV û gelek saziyên çapemeniyê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên 13 nûçegîhanên DÎHA yên girtî hatin rakirin û pankarta "Ji Rojnamegerên Girtî re Azadî" hatin vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan, diyar kir ku hemû hevalên wan ên rojnameger bi îdîaya ku ne rojnameger in tên darizandin, lê ew li vir îspat dikin ku hemû hevalên wan ên rojnamegerên herî jîr û jêhatî ne. Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol jî anî ziman ku her mirovek rojnameger in yên difikirin ku rojnamegeriya wan asteng bike û bi wan gavan bide paşavêtin xwe dixapînin.

Huseyin anî ziman ku bi salan e di gelek saziyên çapemeniya azad de xebitî û di van salan de bi dehan hevalên wî yên rojnameger hatin qetilkirin û niha jî tên girtin. Huseyin, da zanîn ku dewletê nikarîbû bi bombeyan û kuştinê wan ji rojnamegeriyê dûr bixe, dê niha bi girtin û binçavkirinê jî nikaribe wan ji mafê wan ê rojnamegeriyê dûrbixe û got: "Yên difikirin ku êdî em nûçeyan çênekin û raya giştî agahdar nekin xwe di xapînin. Ne pêwiste di dibistanên rojnamegeriyê re derbas bibin. Her mirovek rojnamegerek e. Em dê li şûna wan rojnamegeriyê berdewam bikin. Ger ku hin kes ji nûçeyên me aciz dibin, wê demê em rojnamediyerek rast dikin."

Mafê me yê rojnamegeriyê nayê asteng kirin

Serokê Basin-Îş'a DÎSK'ê Faruk Eren jî anî zimn ku Tirkiye di pêvajoyek zahmet re derbas dibe û ji vê pêvajoyê rojnamegerên DÎHA jî para xwe digirin. Eren, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî û rojnameger bên berdan hatine vir û wiha got: "Rojnameger ji ber mafê xwe yê rojnamegeriyê û nûçeyên çêkirine tên girtin û darizandin. Em dixwazin demek berî demekê rojnamegerên girtî bên berdan. Em li vir şahidin ku nûçegîhanên DÎHA rojnameger in û em şahidên wan in.

Bila rojnameger serbest bên berdan

Nîvîskara T24 Nurcan Baysal jî anî ziman ku ew li gorî 40 rojnamegerên ku hatine girtin ne rojnameger in û wiha got: "Niha 13 rojnameger ên DİHA girtî ne. Hemû nûçegîhanên DÎHA rojnameger in. Ez şahidim ku ew rojnameger in."

Piştî axaftinan Rojnamegeran ji nûçegîhanên DÎHA Nurî Akman, Ziya Ataman, Nedîm Oruç, Şermin Soydan û Edîtorê Azadiya Welat Şoreş Olçen re şahidî kirin ku hemû rojnameger in. Çalakî dê di meha Hezîranê de her pêncşem li ber Edliyê berdewam bike.

(zt)