Doktorên jin li Mînbîcê birînên gel dikewînin
13:57
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC – Di çarçoveya ‘Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de’ doktorên girêdayê Heyva Sor ya di qada tenduristiyê de cihê xwe girtin, ne tenê ji bo şervanan, ji bo pirsgirêkên tenduristiya gel jî dibin derman. Endama Heyva Sor Cemîle Huseyn diyar kir ku piranî doktor ji jinan pêk tên û got her kesî xwedî wijdan divê di vê pêngavê de ji aliyê xwe piştgiriyê bide.
Zarokên Mînbîcê ji 1’ê Hezîranê de ye berê xwe dane Mînbîcê. Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê di 2’ê Hezîranê de bi awayekî fermî pêngav aşkera kir û armanca wan ya sereke eve ku gel azad bikin û dawî li zilma DAIŞ’ê bînin. Dema wisa bû ev pêngav ji bo mirovahiyê hat wateya seferberiyê. Li aliyekî qadê jiyanê yên gel tên azadkirin û li aliyê din jî hewcedariyên gel jî sazî pêk tînin. Yek ji van xizmetan jî qada tenduristiyê dide. Gelek doktorên girêdayê Heyva Sor di vê pêngavê de bi dildarî di komîteya Tenduristiya Meclîsa Mînbîcê de cih digirin.
Ne tenê birînên şervanan yên gel jî tên kewandin
Di vê hefteyê de ekîbên tenduristiyê tenê mudaxaleyê şervanên birîndar nake. Gelê ku ji aliyê çeteyan hedef tê girtin jî ji aliyê ekîbê ve xizmetê dibîne. Ji hemû gelê di bin esaretê de bû re dibin derman. Endama Heyva Sor ku yek ji dildarên tenduristiyê ye, Cemîle Huseyn got ev pêngav ji bo rizgarkirina gel têkirin, ji ber vê jî ev tê wateya seferberiyê.”
Piranî jinin
Cemîleyê got he rkesî xwedî wijdan ji alî xwe ve beşdarî eniyê dibe û got ew jî doktoran di seferberiyê de cihê xwe girtine. Cemîleyê wiha got: “Em ji hatina doktoran gelek kêfxweşin. Em alîkariyê didin gel û şervanan. Me rewşên krîtîk çareserkirine û ev jî me kêfxweş dike. Piraniya doktorên beşdarî vê pêngavê bûne jinin. Dayik xwarinê çêdikin. Ev bi tena serê xwe pêngaveke azadiyê ye.”
(hu)