Li Farqînê 'Tenurê Mor' hatin danîn
14:01
JINHA
AMED - Gerînendeya Xizmeta Malabatan û Jinên a Şaredariya Farqînê ji bo jinan xebatên 'Tendurê Mor' dan destpêkirin û li taxan dest bi danîna tenuran kirin.
Gerînendeya Xizmeta ya Malbatan û Jinên a Şaredariya Farqîna Amedê li navçeyê xebatên 'Tenurê Mor' dan destpêkirin. Berî niha jî rayedarên gerîndeya li navçeyê li pirsgirekên jinan gundar kirin. Pirştî civîn bi jinan re hatin kirin, jinan diyar kir ku çêkirina avahiyên bilind çanda tenuran winda kiriye. Gerîndeya Xizmeta Malbatan û Jinan li taxan xebatên 'Tenurê Mor' dan destpêkirin.
Di çerçovaya xebatên taxan de hat xwuyakirin ku pêdiviyên taxan bi tenuran heye. Li taxên Bahçelievler, Yenişehir, Mescît û Konak xebatên tenur danînê destpêkir. Di derbarê xebatên ku berdewam dike Gerîndeya Xizmetên Malbatan û Jinan Çiçek Gerez wiha agahî da: "Me di xebata 'Tenurê Mordê' me li taxên Mescîtê 3'ê Konak 1, Bahçelievler 2'û li Yenişehir 3 bi giştî 9 tenur hatinê çêkirin. Xebatên me ye taxan rastî eleqeya jinan tê. Jinên taxê dema xebatan de gelek alîkarî dan û firset dîtin ku nerînên xwe bînin ziman. Em ê bi destê jinan bajare xwe xweşik bikin. "
Çiçek dazanîn ku xebatên wan bi şeklêk lezgîn berdewam dikin û ewe tenura bi rengê mor reng bikin û bi wî awayî teslîmî jinan bikin.
(dt/zt)