Brîtanya 'endamtiya rometê da Abdullah Ocalan

14:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya GMB ya sêyemîn sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ye, sertîfîkaya endametiya rûmetê da Rêberê PKK'ê Abdllah Ocalan.

Sendîkaya Karê Giştî (GMB), ya 3'emîn sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ye û zêdeyî 650 hezar endamên wê hene, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir endamê xwe yê rûmetê. Di civîna taybet a li bajarê Boûrnemûth de, ku di çarçoveya kongreya asayî ya salane de tê lidarxistin, sertîfîka û nasnameya endametiya rûmetî ji aliyê Serokê Giştiyê GMB'ê Tîm Roache ve radestî endamê 'Însiyatîfa ji bo Ocalan Azadî ya Navneteweyî' Reîmar Heîder hat kirin. Serokê Giştiyê GMB'ê Tîm Roache, Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkayê Bert Schoûwenbûrg, endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reîmar Heîder, endamê KNK'ê Erdelan Baran û gelek endamên sendîkayê beşdarî civînê bûn.

Serokê Giştî yê Sendîkaya GMB'ê Tîm Roache jî sedema ragihandina endametiya rûmetî ya Ocalan vegot û wiha pêde çû: "Nabe ku em li pêşberî neheqiyên li cîhanê tên kirin, bêdeng bimînin. Timî ji me dipirsin; 'Hûn çima bi pirsgirêkên navneteweyî re mijûl dibin?' Ez jî dubare dikim; divê kedkar li dijî bêhiqûqî û neheqliya li tevahiya cîhanê bixebitin. Ev, yek ji berpirsyariyên me ye. Beriya niha bi demeke kurt, em bi siyasetmedarê kurd Kamuran Yuksek re li vir hatin cem hev û me sohbet kirin. Piştre min bihîst ku Yuksek hatiye girtin. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne. Em ê çawa li pêşberî vê bêdeng bimînin."

Piştî ku nasnameya endametiyê û sertîfîka hat dayîn, beşdarên civînê li ser pirsgirêka kurd û Ocalan pirs kirin û qisekeran bersiv dan.

(zt)