Desteya Jinê ji bo jin û zarokan du navend vekirin

14:59

JINHA

TIL TEMIR - Navenda Cîhana Zarokan a Pêwîstiyên Taybet û Navenda Şehîd Amara ya piştgriya psikolojik ji bo jinan bibe, ji hêla Desteya Jinê ve hatevekirin.

Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî, li bajar du navend hatin vekirin. Ev navend yek ji bo zarokên astengdar, bi navê Cîhana Zarokan a Pêwîstiyên Taybet hatiye amadekirin. Di heman bînayê de Navendek jî bi navê Şehîd Amara ya Piştgiriya Psîkolojîk hat evekirin. Di vekirina navendan de nûnerên saziyan, endamên Desteya Jinê û malbatên zarokan amade bûn.

Derbarê vekirina navendê de seroka Desteya Jinê Emîne Omer got; "Îro me li vir ji bo zarokên astengdar navendek vekir. Di asta kantona Cizîrê de navenda duyemîn e ku taybet bi astengdaran vedibe. Her wiha Navenda Şehîd Amara jî li ser bingeha pêdiviyên psikolojik wek şêwirmendî ji bo jinan hate vekirin. Beriya vê li Hesekê û Qamişlo jî bi heman naverokê navenda şêwirmendiya psîkolojîk vekirin. Em faydeya van navendan her ku dibînin, hewl didin li herderê bêtir navendan çêkin. Li vir jî pêwîstî bi her du navendan hebû."

(ja/hs)