Devlet xirakirina Şirnexê berdewam dike

16:03

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê li Şirnexê xerakirin û şewitandina malan berdewam dike. Ji ber êrîşên dewletê, bêhna şewatê li her derê belav dibe.

Dorpêç û dagirkeriya hêzên dewletê li Şirnexê di roja 88'an de berdewam dike. Hêzên dewletê li Şirnexê bi tang, top û kepçeyan xerakirin, rûxandin û şewitandina mal û xaniyên welatiyan didomîne. Her çend hêzên dewletê hefteyek berê gotin "operasyon xelas bûn" jî xerakirin û talankirina Şirnexê didome. Li taxên Gazipaşa û Yenî xanî bi kepçeyan tê xerakirin. Li taxên Cumhuriyet, Dicle, Yeşîlyurt û Aydinlikevler, Bahçelievlerê xerakirinê didomînin. Li taxên Vakıfkent, Tekser, Gundogdu, Omerkoy û Ataturkê di bin navê "Lêgerîna zirav de xaniyan gulebaran dikin.

(zt)