Li Kobanê bi civînekê sîstema fedral hate pênasekirin

16:22

JINHA

KOBANÊ -TEV-DEM'ê li Kantona Kobanê çaremîn civîna danasîna sîstema Fedralîzm Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê lidar xist.

Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM)li Kantona Kobanê îro di seat 10:00'an de li Salona Meclîsa Zagonsaz 4'emîn civîna danasîna sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê organîze kir. Civîn ji aliyê Hevseroka Meclîsa Fedral Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsuf, Heserokê Mala Gel Welîd Cûma û Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Hedlê Hesen ve hate birêvebirin. Bi dehan ji endamên sazî û rêxistinên Kobanê di civînê de amede bûn û salona navendê bi alên TEV-DEM û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemlandin. Civîna bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedral Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedyê Yûsufbi berfirehî sîstema federal vekir.

Hedye Yûsuf wiha axivî; "Îro em bi saya qehremanên şoreşa Rojava li vir bi rûmet dijîn. Em îro di demeke pir girîng re derbas dibin û di nava pêşveçûnên siyasî, hem li Rojava û hem jî li Rojhilata Navîn de wê bi saya wan lehengan, pêşeroja gelê me diyar bibe. Ji bo ku em sîstema xwe ya Netewa Demokratîk pêşbixin, me di 16 û 17'ê adarê de projeya Fedralîzma Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îlan kir. Ev bûye 3'ê meh ku civînên danasîna sîstema federal ji gel re têne lidarxistin û lidarxsitina civînan hîna jî dê berdewam bike. Hedye her wiha diyar kir ku yek ji projeyên wan ên esasî jî azadiya jinê ye û dê di zagona bingehîn de ciheke taybet ji vê re veqetînin."

Hedye diyar kir ku projeya Sîstema Fedral Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ketiye rojeva hemû cîhanê û nîqaş derbarê wê de têne kirin û wiha got "Ev tê wateya ku ev proje ber bi gavên serkeftinî ve diçe û bala her kesî dikşîne."

Hedye xebatên Meclîsa Damezirîner jî vegot û da xuyakirin ku wan sê komîteyên sereke avakirin; komîteya danasîna sîstemê ji gel re, komîteya amadekirian hevpeymana civakî û komîteya ragihandinê.

Civîn bi dûruşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok Jiyan Nabe' bidawî bû.

(hs)