Li Mêrdînê 28 cenaze tên rawestandin
16:34
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyên 28 kesên ku li Nisêbînê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li nexweşxaneyên Qoser, Riha û Amedê ji bo teşhîskirinê tên rawestandin.
Cenazeyên 28 kesên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoser, Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Selahattîn Eyyubiya Amedê ji bo teşhiskirinê tên rawestandin. Li gorî agahiyên ku MEYA-DER a Mêrdînê hatine wergritin 6 cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, 4 cenaze li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê, 18 cenaze jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê ne. Ji rêveberên MEYA-DER'ê Feyat Îldenîz diyar kir ku kesên ku nasnameyên wan hatine aşkerakirin malbatên wan ji bo testa DNA mînak dane û wiha axivî: "Niha li nexweşxaneyan bi tevahî 28 cenaze hene. Gelen cenaze nayên naskirin."
Feyat bal kişand li ser îdiayên ku li Nisêbînê 20 kes piştî hatine qetilkirin, hatine şewitandin lê agahiya ku ji Nisêbînê cenaze hatine derxistin nedane wan. Feyat bilêv kir ku 13 cenazeyan 4 cenaze ji ber ku testa DNA encam derneketiye li Artukluyê, 9 jî li Rihayê hatine definkirin.
(zt)