Li Cizîrê hemû xaniyan xiradikin
17:04
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê bi hinceta "Qada bi rîsk' xerakirina xaniyan û malan berdewam dikin. Hêzên dewletê bi heman hincetê xaniyên nû hatine avakirin û saxlem jî xera dikin. Welatiyê Hacixan Ogen bertek nîşanî hilweşandina xaniyan da û anî ziman ku ligel xaniyê wê zerar nedîtiye û saxlem e jî dixwaze xera bike.
Hêzên dewletdê 79 rojan navçeya Cizîrê ya Şirnexê dagir kir û dorpêç kir. Piştî dorpêç û dagirkeriya 79 rojan bi dawî bû, bi mehan e qedexeya derketina kolanan bi şev berdewam dike. Li aliyê din xerakirin û rûxandina xaniyan jî berdewam dike. Hêzên dewletê di bin navê "Îstimlaqa lezgîn" û hinceta "Qada bi risk" xaniyên saxlem jî xera dike û ji bo TOKÎ'yan qada nû ava dikin. Hêzên dewletê bi biryara wezîran xaniyan xera dike û talan dike û wêran dike. Xerakirin di bin çavdêrî, kontrol û dorpêça polîs û leşkeran de xaniyan xera dikin û talan dikin. Welatî bertek nîşanî xerakirin û wêrankirinê didin û diyar dikin ku bi ked û zahmetiyên mezin xanî avakirin, lê niha dewlet xaniyên wan xera dike.
Welatiyê 60 salî Hacixan Ogen ku mala wan li taxa Nurê ya Cizîrê ye, bertek nîşanî hêzên dewletê da û wiha got: "Di hewşekê de mala min a 2 qat û xaniyê cîranê me yê 5 qat heye. Bi tevahî 6 malbat heye. Ji ber dewletê biryara xerakirine da hemû zarok û malbat belav bûn. Dewlet ji bo berjewendiyê xwe û armancên cuda xaniyên me xera dikin. Dewlet dixwaze malbatan perçe bike, li holê bihêle û mexdûr bike. Ne merhamet û ne jî însafa dewletê heye. Dewlet ji bo malbatan belav bike xaniyên wan xera dike. Hem mexdûr dike û hem jî perçe dike. Li aliyê din jî ji bo berjewendiyan tev digere. Çima xaniyên kevn xera nake, yên nû xera dike?"
(zt)