Mala Hevşaredarê Şirnexê jî şewitandin

17:06

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê mala Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan şewitandin.

Li Şirnexê 88 roj in êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê didome, hêzên dewletê mala Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan şewitandin. Piştî daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" 10 roj in li bajar bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin, herî dawî li taxa Dîcleyê mala Kadirhan hate şewitandin. Li taxên Gazîpaşa, Cumhuriyet, Îsmetpaşa û Aydinlikevler jî bi dehan mal hatin şewitandin.

Li taxa Yenîmahalleyê jî bi makîneyên kar ve mal tên xirakirin. Bi gelek makîneyên kar ên anîn taxê ve mal û kargeh tên xirakirin.

(zt)