'Rêzefîlm bandoreke neyînê li jiyanê dike'
09:01
Jînda Azad /JINHA
TIL TEMIR - Di kanalên televîzyonan de ciheke taybet ji rêzefîlman re tê veqetandin. Nahîde Deban diyar kir ku rêzefîlm amûrê tune kirina çandê ye û wiha got, "Heta exlaqê civakê xirab dikin. Ku mirov bi zanebûn li wan temaşe bike dibîne ku di rêzefîlman de jinê hertim xirab nîşan didin."
Di qanalên televîzyonan de ji bo weşana xwe cihên taybet didin rêzefîlmên Hindî û Tirkî. Yek ji jinên ku herî zêde rêzefîlman temaşe kiriye û bi zirarê wê hesiyaye Nahîde Debane. Nahîdê anî ziman ku rêzefîlm bandorek neyînî li ser mirovan dike û wiha got, "Ev rêzefîlm mirov ji çanda wê dûr dixin. Heta exlaqê civakê xirab dikin. Ku mirov bi zanebûn li wan temaşe bike dibîne ku di rêzefîlman de jinê hertim xirab nîşan didin. Hertim jin ji bo xwe bi mêr bide qebûlkirin dikeve nav lîstikan de. Ji xwe yên ku ji Tirkî dublajê Erebî jî dikin bi tevahî mêjiyê civakê ditevizînin. Birastî divê mirov bipirse çima rêzefîlmên tirkî dikin erebî û di qanalan de diweşîn in."
Nahîde anî ziman ku sûdên van rêzefîlman ji bo civakê tune ye û wiha pê de çû, "Ji ber di encam de divê huner, sînema û fîlm rastiyên civakê vebêjin. Tilî deynin ser derdên civakê. Lê di van rêzefîlman de ji bilî xapandin û durûtî tiştek tune ye. Hercarê mijarê dixin nav meraqê û însanan dikişînin ber ekranê."
Nahîde wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber jiyana derewîn a ku di rêzefîlman de piranî ciwan dixwazin wiha bijîn, lê têkîlî û danûstendinên di wan rêzefîlman de qet li gor çanda me, yan jî çanda tu gelekê nîne. Ez ne bawerim ku gelê Tirkiyê an jî yên Hîndîstanê wiha dijîn. Tê gotin ji ber van rêzefîlman pir keçên ciwan jî malên xwe reviyane. Yan jî hevberdan zêde bûye. Lewma em pêwîste bi guman nêzîk bibin." Nahîde herî dawî jî bang li jinan û bi taybet li dayikan kir ku zarokên xwe ji van rêzefîman dûr bigrin û demên xwe jî bi temaşekirina rêzefîlman vala xerc nekin.
(hs/rc)