Di nava Trafîkê de jin
09:03
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Kantonê di xebatên sererastkirina trafîkê de cihekî girîng û roleke çalak dilîzin. Têkildarî vê mijarê endama Rêveberiya Trafîkê Kewser Şaşo; axivî: "Jinê di şoreşa Rojava de rolekî bingehîn di hemû qadan de dilîze. Di nava Asayîşê de jî pêşengtî dike."
Beşê Trafîkê ya girêdayî Asayişa Giştîdi 8'ê Adara sala 2015'an de li Kantona Efrînê hate avakirin. Di vê beşe de jin jî cih girtin. Destpêkê hejmara jinan tenê 4 bû lê niha endamên beşa Trafîkê bi yên navçeya Cindirês, Mabeta û Raco re bûye 12 jin. Jinên di xebata trafîkê de rêxistinkirina çûnûhatina erebeyan û kontrolkirina kolanan dikin. Endama Rêveberiya Trafîkê Kewser Şaşo kar û xebatên jinê di beşa trafîkê de vegot.
Kewser da xuyakirin ku ew her sibehê zû dest bi karê xwe dikin û wiha domand: "Her sibeh em li Navendê kom dibin da ku hinek ji me nobeta qadekê bigirin, kolan û erebeyên heyî jî kontrol dikin. Her wiha li navendê hinek endam kar dikin, ew jî li ser qeydkirina jimarên erebeyan disekinin. Erebeyên ku numarên wan ji derveyî yên Sûriyê û Kantona Efrînê bin em belgeyên danasînê didin xwediyê wan û paşê wan dişînin Mektepa Çûn û hatinê. Her wiha em li ser motorsklêtan jî disekinin da ku bi navê xwediyê wan bên qeydkirin.Kesên ku li gorî rêgezên Trafîkê tevnegerin dê di derheqê wan de ceza were danîn."
Kewser wiha berdewam kir: "Hemû endaman du dewreyên perwerdeyê li Akademiya Şehîd Cîlo dîtine, şêwazê danûstandina bi gel re jî hate perwerdekirin. Her wiha perwerdeya pratîkî û bîrdozî hatin dayîn. Ev jî bi armanca naskirina dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, netewa demokratîk, parastina rewabû. Li kêleka van perwerdeyan gelek semînêrên din jî hatin dayîn."
Kewser da zanîn ku jin dikare bi roleke aktîf di nava civakê de cih bigire û wiha pê de çû: "Tevlîbûna jinê ji bo hemû qadên xebatê re tê wateya birêxistinkirina civakê, karê me jî li ser bingehekî rêxistinî tê meşandin. Her wiha têkiliya me bi gelek saziyan, bi komîn û meclisan re jî heye. Jin û civak girêdanekî pîroz bi hev ve girêdayî ne, em jî li ser vî esasî dê projeyên xwe yên pêşerojê ji bo zêdekirina endamên trafîkê û vekirina perwerdeyên taybet ji bo wan hîn zêdetir xurt bikin."
(hs)