'Tolhildana jinên Êzidî birêxistinbûn û parastina rewa ye'

09:05

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Rêveberiya Dîwana Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Şehnaz Ebdo diyar kir ku şewtandina 19 jin û zarokên Êzidî li Mûsulê bi destên çeteyên DAIŞ'ê kiryareke li dijî mirovahiyê pêk hatiye û pêwîste herkes bertek nîşan bide.

Li gorî nûçeya rojnemeya "The Sun" a Birîtanî li bajarê Mûsulê çeteyên DAIŞ'ê 19 jê jin û zarokek bi giştî 20 Êzidî kirine hundirê qefesekê de şewitandin. Bi hinceta ku koletiya çeteyan qebûl nekirine, hatine şewitandin. Ev bûyera dij-mirovahiyê bi hêrs û nerazîbûna pir kesan rûbirû bû. Têkîldarê mijarê rêvebera Dîwana Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Şehnaz Ebdo jî bertek nîşan da û got; "Emê bi bilindkirina asta xebatê, xwe bi rêxêstinkirinê û pêşxistina sîstema parastina rewa ya jinê, tola van jinan hilînin."

'Bersiva me berxwedane'

Şehnaz wiha berdewam kir; "Em wek gelê Kurd û bi taybet jinan, şewtandina jinên Êzidî şermezar dikin. Pir eşkereye ku çeteyên DAIŞ'ê bi zihniyeta kolekirinê nêzîk jin û zarokan dibin. Yên ku vê koletiyê nepejirin jî bi tevahî têne tunekirin. Çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan dewleta Tirkiyê herî zêde ji hêza jinê ditirsin. Di demek ku çete jinên Êzidi şewitandin, li Bakûrê Kurdistanê jî bi dehan jin rastê şîdet, kuştin û tecawizê tên. jinên ku parastina xwe ya rewa dikin wek Çîlem Doxan bi cezayên herî giran didarizînin. Çete bi vê zihniyetê tevdigerin. Em wek jin dizanin ku bersivek çawa ji zordestî, zext û kolekirinê re bidin. Rêya jinan a rizgariya ji çeteyên DAIŞ û yên Erdoxan berxwedan, berxwedan e."

'Jina birêxistinkirî nayê perçiqandin'

Şehnaz di dawiyê de got; "Her çiqas çeteyên AKP-DAIŞ van kiryaran hovane bikin jî, em ê hîna bi hêztir li pey azadiya xwe bikevin. Emê ji bo valaderxistina armancên çeteyan û hilanîna tola jinên Êzidî, asta xebata xwe bilind bikin. emê sîstema parastina rewa ya jinê xurtir bikin û herî girîng jî giranî bidin xebatên birêxistinkirinê. Ji ber jina birêxistinkirî jina xurt e. Jina xurt jî nayê perçiqandin, dikare xwe biparêze û êrîşan vala derxîne. Bersiva me dê wiha be."

(hs)