Jinên Wanê: Mafê kesê nîne li ser bedena me biryaran bistîne
09:05
JINHA
WAN- Li hember gotinê Serokmar Recep Tayîp Erdogan ya "Yê ku dayîkbûnê nepejrîne ew nîv jine" bertekê jinan her ku diçe mezin dibe. Jinên Wanî gotin, "Kes şirîkê bedana me nîne. Kes nikare li ser bedena me biryara bigre û baxive. Erdogan bi van gotinên xwe jî dijminatiya xwe ya li dijî jinê jî radixe berçavan."
Gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên ku jinê piçûk dixe bi dawî nabin. Herî dawî Recep Tayîp Erdogan di pîrozbahiyên TURGEV'ê de dîsa bi gotinên "Jina ku dibêje ez dixebitin û xwe ji dayikbûnê dûr dixe, ya rast jinbûna xwe înkar dike" êrîşê jinan kir. Jinên Wanî bertek nîşan dan û wiha gotin, "Li Tirkiyê ewqas bûyer pêk tê çima li ser wan nasekine. Gelo çima tenê li ser bedena jinan disekine. Em vî qebûl nakin. Kes nikare li ser laşê me biryara bistîne û mafê tu kes tune ye. Erdogan bi van gotinên xwe jî dijminatiya xwe ya li dijî jinê jî radixe berçavan."
'Kes nikare li ser bedena jinan baxive'
Kadirye Ozer (23) li hember gotinên serokomarê Tirkiyê wiha bertekê xwe anî ziman, "Erdogan bila pêşiyê halê Tirkiyê binêre piştra bila li ser bedena me biaxive. Beden bedena mine, rehîm ji rehîma mine kes nikare li ser bedena me biryara bide û baxive. Kes şirîkê bedana me nîne. Kes nikare li ser bedena me biryara bigre û baxive. Erdogan bi van gotinên xwe jî dijminatiya xwe ya li dijî jinê jî radixe berçavan."
'Jin ne objeya zayendiye'
Xwandekara Navenda Çanda Nûda ya beşa Şanoyê Ronîda Durmuş jî wiha axivî, "Jin ne objeya zayendiye bila hemû kes wî bike hişên xwe. Jin ewqas hatin tacîz û tecawîz kirin çima wê demê dengê xwe dernexist û pêvajoyek wisa li ser rehîma me disekine. Ev peyvên li ser bedena me tê gotin heqeretên mazin in û em vî qebûl nakin. Bila hemû jin jî bertekên xwe bînîn ziman."
'Heqeretên tê kirin nayên pejrandin'
Ilayda Şengul da zanîn ku serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ev ne cara yekeme êrîşê jinan dike û wiha domand, "Em jin her tim bertekên xwe tînin ziman. Her tim li ser bedena me jinan polîtîkayên qirêj pêk tîne. Em wan gotinên qirêj qebûl nakin. Ez jî jin im mafê kesê nine li ser bedena min polîtîkayên qirêj pêk bîne. Gelek jin hene ji aliyê nexweşiyên xwe jî nikarin bibin dayik. Ew heqeret nayê qebûl kirin. Tu ji ne nîv û kêm î."
(hk-htk/rc)